Berpirsin Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê diyar kirin ko wan digel şanderê taybet Stîvan Dî Mistora veguhastina siyasî bi hemû kêşeyên piraktîkî yên pêve girêdayî gengeşe kirin.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Hewas Xelîl got ko “rûniştinên danûstandinan digel Dî Mistora gengeşeyeke dûrûdirêj bûn li ser veguhastina siyasî û kêşeyên pêve têkildar ji bo cîbicîkirina wê”.
Xelîl,ew jî endamê desteya bilind ya danûstandinan e, ji Cinêvê bal kêşand ser ko “gerek pabendiyek tund bi tunekirina tiroristiyê hebe, û ev ne mijarek bo danûstandinê be”. Û tekez kir ko şanda danûstandinan bizavê dike ji bo veguhastina siyasî Sûriyê aram û hêmen bike, û sûr bû li ser ko ev “rêya tenê ye ji bo tunekirina tiroristiyê û tawanên cengê yên ko li Sûriyê rojane bi destê tiroristiya sînorbir û milîtanên tiroristî yên Îranê dibin.”
Û li ser hevdîtina digel cîgirê wezîrê derve yê Rûsî Gîndayî Gatîlov li Cinêvê, endamê desteya siyasî û şanda desteya bilind Ûsama Tilco diyar kir ko opozisyonê “gengeşeyeke sûdedar bi aliyê Rûsî re kir li ser giringiya veguhastina siyasî ya ko bingehê bidawîkirina şerê li Sûriyê û rizgarkirina wê ji tiroristî û zordariyê ye, û berdana dagîrker û rêkxistinên mirinê ji hemû xaka Sûriyê”.
Ji Cinêvê Tilco di daxuyaniyeke taybet de got: “Rûsya ya ko xwe aliyê dabînker ji agirbestê re dibîne, eger giraniya xwe bide piştgiriya veguhastina siyasî, ew dê operasiyona siyasî bipêşve bide”, û diyar kir ko opozisyonê baldêrî da ser “giringiya dabînkirina cîbicîkirina tekûz ji agirbestê re”, û mijara binpêkirinên berdewam jî hat behiskirin.
Tilco bal kêşand ser ko “Vîto” ya ko Rûsya lidijî pirojeyê biryarê li Encûmena Ewlekariyê ya li dijî bikaranîna çekên kîmawî û ferizkirina sizayan li ser bikarhênerên tawanên cengê bikar anî, ne li gor dabînkeriya wê ji operasiyona agirbestê re ye, û her weha ne li gor berpirsiya wê ye di parastina ewlekariya cîhanî çimkî ew endameke herdemî ya Encûmena Ewlekariyê ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî