Şanda ENKSê ku ji berêzan Ibrahîm Biro serokê ENKSê û Kamîran Haco berpirsê nivîsîngeha pêwendiyan û Siyamend Haco endamê nivîsîngeha pêwendiyan pêktê, li roja 28/02/2017an li avahiya kongirêsê Amerîka ligel endamê kongirês berêz Birad Şîrman kom bû, û li roja paştir li 01/03/2017 ligel komîta pêwendiyên derve ya kongirês ku pêk hatibû ji xatûn Kirstîn Markiwardit û xatûn Mîra Rîsînk civînek pêk anî, û di heman rojê de ligel komîta pêwendiyên serbazî û bergiriyê ya kongirês ku ewjî ji berêz Mark Morhawis û xatûn Cînfer bird pêk hatibû civiya.
Herwiha şanda ENKSê bi amadebûna ceneral Arnî Odîno ligel navenda Londonê ya siyaset û lêkolînan kom bû, û ligel berêz Welîd Faris rawêjkarê serok Tiramp yê hilmeta wî ya helbijartinên serokatiyê kom bû.
Rewşa navçeyê û Sûriyê bi giştî û rojeva û navçeyên kurdî li Sûriyê di van hevdîtinan de hatin gengeşekirin, tevî şirovekirina nêrîna ENKSê derbarê çareseriya pirsa Sûriyê û pêwendiyên ligel opozisyonê û helwest û nakokiya ENKSê li ser belgenameya Londonê û tevî lênêrîna ENKSê bo Sûriya paşerojê wek dewleteka lêberal demokratîk federal ya firealî.
Û derbarê ketwarê kurdî yê taybet, bi piranî di hevdîtinan de behsa giringiya vegera pêşmerge bo welat wek mafekî xwezayî yên pêşmerge ji bo parastina navçeyên xwe û dijberiya terorê hat kirin, û herwiha şanda ENKSê behsa kiryarên PYDê û tekrewî û zordestî û binpêkirinên wê kir, ku bandorê li jiyana milet dike û koçberiyê û valekirina navçeyên kurdî ji gelê kurd zêde dike, heta radeyekî ku metirsiyek rasteqîn li dîmografiya navçeyê dike.
Ji aliyê xwe ve, wan aliyên fermî yên ligel ENKSê kom bibûn ev serdana ENKSê nemaze di van baredoxan de giring dîtin, û ENKSê wek nêzktirîn alî ji xwe re ji aliyê siyasî û li ser mawedeyekî dûr dîtin, û dîtin ku vegera pêşmerge mafek siruştî ye û nemaze ku dijberiya terorê armanca wan ya serekiye, û tekezî kirin li ser şermezarkirina kiryarên PYDê li dijî encûmenê û endamên wê, û herwiha têgehiştina xwe nîşan dan li ser pêşniyara Encûmenê û boçûna wê ya derbarê Sûriya siberojê û diyar kirin ku wê guhertinek rasteqîn peyda bibe li ser helwesta Amerîka li navçeyê di rojên pêş de.
Di heman çarçovê hevdîtinan de, şanda ENKSê ligel nivîsîngeha nûnertiya Herêma Kurdistanê bi serokatiya xanim Beyan Samî Ebdulreham kom bû, û paşî şanda ENKSê hat vexwendin bo şîvxwarineke kar ya ku ji aliyê nûnertiya Herêmê hatibû amadekirin bi amadebûna Arîk Birawin (instiyotiya Hidson) û Ambrîn Ziman (ji rojnameya Monîtor) Elîza Markos (nivîskar).
Herwiha biryar heye ku hevdîtinên şanda ENKSê di rojên bê de berdewam bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Beşê kurdî