Heft Sûriyên ko êşkencebûne, digel Parêzer û Komek mafnasên mirovan gilînameyek lidijî berpirsiyarên dezgehên nehênî yên rêjîma Esed doh pêncşemê li Elmanya pêşkêş kirine.
Gilîkeran daxwaz kirin ko fermaneke navdewletî di derheqê şeş berpirsên mezin yên dezgeha ewlekariya leşkerî ya rêjêmê derxînin, yên ko gilîkeran gotin ew di zindanên wan de li Şamê rastî operasiyonên êşkenceyê hatine an jî êşkencekirina xelkin din dîtine.
Dîdevanan di bersivnameya xwe de gotine ku girtî rastî êşkenceya bi dar û boriyan û çengelên goşt yên bi zincîran ve girêdayî dîtine, hem jî bi kehrebekirin û sotandinê bi heyberên kîmawî yên ji bo paqijkirinê bikar tên û pênûsên darikî di laşê wan rakirine di eşkenceyê de.
Serokê Navenda Ewropî ya mafên destûrî û mafê mirovan “Wolfgang Kalîk” got ko rêkxistina wî kêşa hilda û got: “nabe ko em li tawankariyên ko li Sûriyê dibin tenê temaşe bikin”, bêtire got: “gerek em dest pê bikin û salixê bûyeran bi gotin û rêzkirina wan ya yasayî bidin.”
Her wiha berdevkê dozdarê fîdiralî yê Elmanî got: dibe ku ev kêşe nîşaneke nû be, û alîkar be ji vekolîna dozdariyê ya me sala 2011ê pêşkêş kiriye, derbarê tawanên cengê yên ko hêzên rêjîmê û milîtanên wê li Sûriyê kirine.
Giliyê nuha dê li ser tawanên lidijî mirovantiyê û tawanên cengê yên ko li sê zindanên Şamê di navbera çêriya pêşî 2011ê û tîrmeha 2015ê bûne, li gora dîdevaniya 12 kesan ji nav wan heft pêşkêşkerên gilî û du parêzerên ko ew jî di zindanên rêjîmê de êşkence bûne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Acans