Welatê Qeterê daxwaz kir ko giring e hemû berpirsiyarên ku binpêkirin û tawan di derheqê miletê Sûrî de kirine bêne sizakirin. Di çalakiya ko şanda herdemî ya dewleta Qeterê li nivîsgeha Netewên Yekbûyî li Cinêvê bi hevkariya şanda herdemî ya imareta Lîxinştayin doh çêbû ya li ser pêngavên dahatî ji bo kartêkerina alava lêpirsînê li Sûriyê ya ko komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî ew çêkiriye.
Qeterê di çalakiyê de daxwaz kir ko giring e lêpirsîn û dadiya tawanê li Sûriyê û sizakirina kesên ko tawan di derheqê sivîlan de kirine dabîn bibe.
Elî Xelxan Elmensûrî nûnerê herdemî yê dewleta Qeterê li Cinêvê di gotina xwe de ya li çalakiyê got: “li gora raport û belgehên ko ji hêla Netewên Yekbûyî ve hatine belavkirin tête xuyakirin ko piraniya binpêkirin û tawanên kirêt yên ko di derheqê miletê Sûrî de pêk hatine ji gava ko şoreşê sala 2011ê destpêkir, ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê çêbûne.”
Balyoz bêtir got “ev binpêkirin û tawankarî bêtir dibin di vê bêsizakirinê de ya li ser asta niştimanî û ya navdewletî” û tekez kir ko ji bo bilindkirina serdestiya yasayê û ya dadî û pêkanîna ewlekariyî û aştiyê gerek hemû berpirsiyarên tawanan siza bibin.
Balyoz tekez kir dabînkirina lêpirsîn û dadiyê li Sûriyê û sizakirina hemû berpirsiyarên binpêkirin û tawan kirine, dê bihêle ku rawestin û dadî û rûmet misoger bibin û mafê qurbaniyan dabîn bibe, û rûmeta hevwelatiyên Sûrî, yên ko ji şeş salan ve ketiye ber tirêttirên şêweyên binpêkirin û tawanên mirovahî li ber wan xûz dibe, li wan vegere.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans