Rêxistina Erebî ya mafên mirov li Birêtaniyayê dît ku “tawan hatine pêkanîn ji aliyê milîsên Afxanî yên li tenişt Rijêmê li Sûriyê şer dikin, ku ew tawan ligor rêkeftina Roma tên pejirandin bi tawanên şer yan tawanên dijmirov”, ji ber beşdarî û hevkariya wan ligel milîsên Îranê di kuştina gelê Sûriyê de.
Duhî di daxuyaniyekê de rêxistinê daxwaz ji serokê Afxanistanê kir ku fayîlê milîsên Afxanî yên li tenişt hêzên Beşar şer dikin veguhezîne bo dadgeha tawanên navdewletî.
Û rêxistinê di nameya xwe de ya ji bo serokê Afxanistanê tekez kiriye ku welatê wî rêkeftina Roma ya li ser binyatê wê dadgeha tawanên navdewletî hatiye avakirin roja 10 reşmeha 2003 an pesind kiriye, û bi vê yekê ku tawanên dibin li ser qada wê yan ji aliyê hemwelatiyên wê her ji 1ê gulana 2003 an de ji erkê vê dadgehê ye.
Rêxistinê bal kişand ku ligor pisporiya kesayetî ya hatî di tekesta biryara 12 an de ji rêkeftina Romayê, dadgeh dikare dûçûna tawankarên Afxanî çi li ser xaka Afxanistanê bin ya li welatên din bin bike.
Rêxistina Birêtanî cext kir ku Îran û rijêma Beşar bi hebûna van milîsan mukur tên bi sazkirina rêûresman ji kuştiyên van milîsan re, û wan wek lehengan binax dikin û hin dezgehên ragihandinê yên alîgirên Rijêmê wan rêûrismên terman diweşînin û belav dikin û jînenîgariya wan belav dikin û wan bilind dinirxînin.
Rêxistinê diyar kir ku pêdana regeznameya Sûrî bo wan çeteyan û xêzanên wan ji aliyê Rijêmê ve, yek ji belgeyên bihêz ji bo meşq û serbazîkirina wan e, herwiha ku encûmena şûraya Îranê di 2ê gulana 2016 an de yasayek pesind kiriye li ser pêdana regeznaneya Îranê bo xêzan û zarok û dayîk û bavên wan bêganeyên ku tên kuştin li kêleka Îranê di şeran de.
Rêxistina Eerbî ya mafê mirov dubare tekezî kir li ser giringiya beşdariya hikûmeta Afxanistanê di dûvçûna tawanbarên şer yên ku li Sûriyê dibin, û herwiha misogerkirina dadgehkirina wan li ser pêkanîna tawanên hovane li Sûriyê û bêkariya civaka navdewletî li hember erkên xwe yên pêwîst ji bo parastina sivîlan.
Hêjayê gotinê ye ku çeteyên Afxanî tevlî kiryarên li dijî xelkê Sûriyê di bin fermana milîsên mezhebperist yên Îraq û Libnanê de bûn, û sala 2014 an “lîwayê Fatimiyon” ji aliyê Îranê û rijêma Beşar ve hat damezrandin, û li gundewarê Şamê û gundewarê Helebê şer dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat