ENKSê di daxuyaniyekê de kiryarên tepeserkirinê yên îro komên PYDê li dijî serkirde û endam û cemawer û nivîsîngehên partiyên ENKSê kirin şermezar kir.
Û îro roja înê 3/3/2027an di daxuyaniya ENKSê de hat ku îro girûpên ser bi PYDê ve, li piraniya bajar û bajarokên kurdan li Sûriyê rabûn bi hilmeteka dijminkariyê ya berovajî sercem sinc û rewştan û dûr ji kurdayetiyê û berovajî nerît û yasayên navdewletî û mafên mirov û azadiyên giştî, û bi van kiryarên tirsnak, berêz Mihemed Ibrahîm (Bavê Nado) endamê pîlotbîroya Partiya Demokrata kurdistan- Sûriya li beyaniya îro 3/3/2017 an li ser rêbenda (Baneqesrê) li Dêrikê ji aliyê girûpeka rûpêçayî hat revandin û hat sergonkirin bo Herêma kurdistanê, herwiha girûpeka din êrîş kir li nivîsîngeha ENKSê li Dirbêsiyê, û girûpeka din êrîşî nivîsîngeha Partiya Yekîtî li Qamişlo kir û agir berda nivîsîngehê û paşî êrîşî nivîsîngeha rojhilat ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya kirin û rabûn bi talankirina wê û qetandina wêneyên sembolên kurdan û ala kurdistanê û girtina berêz Azad Ebdulrehman endamê komîta herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya, herwiha rabûn bi dorpêçkirina nivîsîngeha ENKSê li Tiltemer, û hewla êrîşa li ser nivîsîngeha Qamişlo ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriya (Elpartî) kirin.
Encûmenê tekez kir ku ev kiryar û siyasetên berovajî piransîpên azadî û demikrasiyê, nakevin di xizmeta gelê kurd û doza wî ya netewî û demokratîk de, û ev kiryar berhemê şikestina PYDê ye li ser astê diblomasî û siyasî û leşkerî, û encûmenê berpirsyaretiya encamên van kar û kiryarên xirab bi tevahî xist li ser milê PYDê.
Û.ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de, bang li hêzên kurdistanê û civaka navdewletî kir ji bo xistina fişaran li ser (PYD) bo serbestberdana hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên wê, û dest berde ji kiryar û karên xwe yên terorîst li dijî serkirde û endam û cemawerê ENKSê û pirojeyê wê netewî di vê qonaxa çarenivîsî de ji dîroka gelê kurd.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê