Di çarçova geşta xwe ya li Amerîkayê, şanda ENKSê roja 2/3/2017an li avahiya wezareta derve ligel berêz Mayikil Rantî (alîkarê cîgirê wezîrê karê derve û şandarê taybet û berpirsê karubarê Sûriya û Libnan û Filistîn û Ordinê di wazeratê de) kom bû, û di heman rojê de û di demek pêştir ligel berêz Davîd Kînzler endamê komîta derve ya encûmena pîran kom bibû.
Û roja 3/3/2017an, şanda ENKSê beşdarî di hevdîtinekê de ligel pispor û şirovekarên siyaseta Sûriyê kir, ku ji aliyê encûmena Atlantîk hatibû lidar xistin.
Paşê li avahiya wezareta derve ligel berêz Birt Makfork şanderê sereke yê taybet bi dijberiya DAIŞê civiya.
Di van hevdîtinan de, berpirsên Amerîka behsa zehmetiyên ku dikevin riya çareseriya siyasî li Sûriyê kirin, û bal kişandin ku nabe em pêşbîniya gelek tiştan ji Cinêvê bikin, bi sedema serhişkiya Rijêmê û ciyawazî û nakokiyên di nav bera aliyên Opozisyonê de.
Û derbarê rewşa kurdî, berpirsên Amerîka dilnearamiya xwe ji nakokiyên di navbera aliyên kurdî nîşan dan, û soza hewldana nêzîkbûna lênêrînan û vegera pêşmerge wek hêzeke pêwîst di şerê terorê de dan, û dîtin ku daxwaza vegera pêşmerge di van baredoxan de tiştek durust û aqlane ye, her weha dîtin ku dem hatiye bo gengeşekirina van mijaran, ji ber ku wê di demeke nêzîk de biryarên giring derbarê vê yekê bêne standin, û sebaretî fidraliyê bi baştirîn çareserî dîtin, lê biryara vê yekê dibînin ku di destên xelkê Sûriyê de ye.
Herwiha di çarçova çalakiyên wê de, şanda ENKSê beşdarî di maseyek girover de kir, ku ji aliyê wezareta derve hatibû pêkanîn bi amadebûna karmendên tevaya nivîsîngehên wezareta derve, û her wiha beşdar bû di maseya girover de ya ku ji aliyê peymangeha Amerîka bo aştiyê hatibû lidar xistin, û her weha beşdar bû di maseya girover de ya ku ji aliyê navenda Baybar Tîzan hatibû pêkanîn û bi amadebûna pispor û şopînerên rewşa Sûriyê û kurdî, ku têde rewşa Sûriyê û rewşa kurdî bi taybetî hat gengeşe û şirovekirin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê