Şanda desteya bilind ya di danûstandinên li Cinêva4 de beşdar e, got ku ev yekem care em bi kûrbûneke guncaw paşeroja Sûriyê û veguhastina siyasî û kêşeyin din li gora biryarên Cinêva1 digel şanderê navnetewî Stîvan Dî Mistora gengeşe dikin.
Ev daxuyanî di kongirê rojnamevanî yê roja înê 03.03. yê ko Nesir Elherîrî Serokê şanda desteya bilind di dawiya gera danûstandinan de ya ko pêncşemba çûyî destpêkiribû, gotin.
Elherîrî got: “me bi şanderê navnetewî Stîvan Dî Mistora li ser civanekê( demawê ne nediyare) lihev kir ji bo berdewamkirina gera dahatî ji danûstandinan, û îro me gengeşeya veguhastina siyasî berdewam kir, û amanc jê ew e cîbicîkirina biryarên navdewletî û daxuyaniya Cinêvê ji bo veguhastina siyasî misoger bibe.”
Bêtir got: “îro me gengeşe di hevdîtineke giring de ligel Dî Mistora bidawî kir, me kêşeyên giring ko bi veguhastina siyasî ve girêdayî ne gengeşe kirin, û hin babetên din yên ko di biryarên navdewletî û daxuyaniya Cinêvê de hatine.”
Û got: “tev ko em bê çi encamin diyar vedigerin, lê ez dibêjim vê carê erênî bû, ev cara yekê ye ko em bi kûrbûneke baş dikevin gengeşeya paşeroja Sûriyê û veguhastina siyasî, û emê herdem amade bin ji danûstandinan re û em ê di wan de berdewam bin.”
Di derbarê tiroristiyê de li Sûriyê Elherîrî got: “li welatê min milîtan û nandoz hene û hûn wan dibînin û navên wan nas dikin û hûn kêrên wan dibînin û siloganên wan yên mezhebperest dibihîzin, zarokan dikujin û wek Daişê serjêkirinê dikin, û kevir, dar û mirovan bi dozên mezhebî disojînin (..) û tiroristiyeke reş ko rêjîmê çêkiriye û aniye ji bo Şoreşê bişêwîne.”
Elherîrî dubare kir ko opozisyon bi şerê lidijî tiroristiyê pabend e, û diyar kir ko “em li dijî hemû şêweyên tiroristiyê û di serî de tiroristiya dewleta Beşar Elesed û milîtanên pasvanên şoreşger yên Îranî û Hizbulaha tirorist û Daiş û Elqaîde û em bi şerê wan pabend in, û me bi diristî şerê tiroristiyê kir û meydanên şer û hejmara şehîdan vê rastiyê diyar dike.”
Û dibîne ko “şerekî wisa mezin li dijî tiroristiyê pêdivî bi karekî navdewletî yî mezin û rêkxistinkirî heye tako ji kok ve bête hilkirin, û em dibîjin şervanên me „Artêşa azad” li dijî tiroristiyê û şerê wan li hemû aniyên şer şirîkê rastyeqîneye ”
Bal kêşand ser ko “dê di dema navbera herdu geran ya nuha û ya dahatî dê hevgihandin digel Dî Mistora de berdewam bin, ji bo danîna kêşeyên din ji bo operasiyona siyasî û ya herî bêtir veguhastina siyasî hate gengeşekirin, çimkî ew ê seqayê bo pêngavên dahatî amade bike ”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî