Navenda “Demokratik” ya mafên mirov (navenda wê li Almaniya li Hanoverê ye) îro roja sêşemê di daxuyaniyekê de kiryarên alîgir û çekdarên “PYD”ê li ser baregehên ENKSê û partiyên wê dîkoment kirin.
Navendê got ku hêzên PYDê yên binavê”Asayîş”, duhî roja duşemê, du bira li bajarokê Girkê Legê li parêzgeha Hesekê girtin (Sudad Mecîd Mihemed xwendevanê sala çarê yê kolîja mafnasiyê ye, û Saman Mecîd Mihemed xwendevanê sala diwê yê kolîja abûrî ye) ku herdu bira endamên Partiya Demokrata kurdistan- Sûriyê ne.
Navendê got ku hemwelatî Asim Mihemed li Dirbêsiyê li ser destê heman hêzan hat girtin û hêjî çarenivîsa wî diyar nebûye, wek kerteka fişarê li ser berêz Ebdulezîz Heso bo radestkirina xwe bo destê heman hêzên asayîşê.
Daxuyaniyê bal kişand li ser êrîşên alîgir û çekdarên PYDê bi awayekî hovane li ser baregehên xwecihiyên ENKSê, wek êrîşa li ser baregehê ENKSê li Serê Kaniyê û talankirina kelupelên wê û herwiha êrîşa li ser baregeha Qamişlo ya Partiya Yekîtiya Kurd bo du caran her ji roja îna bûrî de.
Daxuyaniyê hişyarî da li ser berdewamiya van riftar û kiryarên dûrî rewşt û yasayên xwecihî û navdewletî, û navenda mafnas dît ku ev kiryar rewşa hevrikiyê ya li Şingalê di şer û pevçûnên dawiyê di navbera Pêşmergên Roj û çekdarên PKKê de rû dayî zêde dikin.
Navendê daxwaza giringiya rawestandina van kar û kiryarên neyasayî ji PYDê û ji hêzên wê yên çekdar kir, ji bo vegera seqamgeriya navçeyê û bidawîkirina kiryarên girtina neheq ya dibe gefek rasteqîn li ser aştiya navxweyî li deverê û herwiha daxwaza serbestberdana sercem girtiyên siyasî kir û nemaze yên li van rojên dawiyê hatine girtin, û daxwaza xwestina lêborînê ji kesên girtî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî -Beşê kurdî- / Basnews