Girûpeke alîgirên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD, derengî şeva Duşemê 6-3-2017, êrîşî xwecihiya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li Serê Kaniyê kirin û kelûpelên hundurê wê şikandin.
Wê girûpê bi boriyên hesinî êrîşî xwecihiyê kirin û tiştên di hundur de şikandin her wiha li pasevanê wê xistin li gor ragihandina peyamnêrê malpera me li parêzgeha Hesekê.
Ji aliyê xwe ve xwecihiya ENKS li Serê Kaniyê daxuyaniyek belavkir têde bi awayekî yekser PYD bi vê êrîşî tewanbar kir û tevaya kiryarên wan şermezar kirin û doz li PYD kir ku dest ji kiryarên weha berde.
Tê zanîn ku xwecihiya Serê Kaniyê di vê heftiyê de rastî du êrîşan ji hêla alîgirên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD hatiye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê/Beşê Kurdî