Milîtanên PYD li dora 42 endamên Encûmena Niştimanî Kurdî di du rojên buhûrê de li herêmên bin kontrola wê de girtine.
Ev girtin di çarçova hewildana wê ya berdewam de ye, ya ko dixwaze pê “dengên din vemirîne”, û ew kesên ko ne bi rêka wê ya siyasî re ne bêdeng bike.
Endamê serpereşt yê Partiya Dîmuqrata Kurdistanî- Sûriya, Mihmed Ismaîl li ser rûpelê xwe yê fermî yê Facebookê daniye ku: “Asayişên” bi ser PYD ve di du rojên buhûrî de li dora 33 endam û serpereştên “Dîmuqratî Kurdistanî” û du endamên “Şepêla Pêşerojê” û yek ji “Elpartî” û yek ji “Yekîtî”, û endamek ji Encûmena xwecihî û çalakvanekî ragihandinê girtine.
Û berpirsiyarê Encûmena xwecihî ya “Encûmena Niştimanî Kurdî” Mihsin Tahir got ku hemû navên li ser malperên havgihandina civakî dirist in, bal kêşand ser ko Asayiş du girtî berdane.
Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî Kurdî kirdeyên milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat di derheqê serpereşt û kadirên wan de pirotesto kir û milîtanan nivîsgehên partiyên encûmenê li Qamişlo û hin bajarên din sotandine, û tekez kir ko “ev kirde û siyaseta dijberî pirinsîb û azadî û dîmuqratiyetê xizmeta kêşeya miletê me nak e”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans