Xwebexşên berevaniya sivîl ya Sûrî Xelata “Elemel 2017” li paytexta Birîtanya Londonê doh sêşembê di ahengekê de bi helkefa“Roja Cîhanî ya Jinan” wergirt.
Birêvebirê berevaniya sivîl Raid Elsalih, diyar kir ko hejmara xwebexşên jin gihaye 200 xwebexşê, û li piraniya parêzgehên Sûriyê belavkirî ne, û destnîşan kir ko pirogramin nû hene ji bo pirkirina hejmara jinên xwebexş.
Berê jî Berevaniya Sivîl ya Sûrî li ser fîlmê “Şefqeyên Spî” xelata Akadimiya Huner û Zanîna Sînema “Oskar” ji bo baştirîn kurtefilmê dîkumontkar wergirtiye, di wê hingê de ko serokê dezgehê nikarî bû amade bibe û xelatê bistîne ji encama fişara kar piştî bombebarana berdewam ji hêla firokên rêjîmê li ser herêmên niştecihan.
Berê jî Berdevkê fermî yê desteya bala ya danûstandina Salim Elmislit daxwaz ji Netewên Yekbûyî kiribû ko“Şefqeyên Spî” bo Cinêvê vexwîne ji bo wan di heman çaxê danûstandinan de xelat bike, û li ser rola wan ya parastina sivîlan tekez kir.
Xwebexşên Berevaniya sivîl li dora 82hezar sivîlî piraniya wan jin û zarok in, ji mirinê rizgar kirine. Û Berevaniya Sivîl bêalî û bi şêweyek mirovanhî kar dike, ne hogirên çi partiyê ne û xizmeta miletê Sûrî dikin, karê wan tenê rizgarkirina xelkê di nêzîktirîn dem de ye, da nehêle ko bêtir ziyan bigihêje xelkê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinl ya Hevbendiya Niştimanî/Acans