Tora sûrî ya mafên mirov di raporta xwe ya heyvane de, diyar kir ku hejmara herî zêde ya bermîlên teqîner yên ji aliyê rijêma Esed di heyva reşmeha bûrî de hatine avêtin, bûye para Parêzgeha Der’a, û paş re gundewarê Şamê ye, û paşî Hema û parêzgeha Himusê tên.
Raport duhî derket û têde hatiye ku hejmara bermîlên teqîner yên bi hilîkopteran bi ser navçeyên di dest şoreşgeran de hatine avêtin, ne kêmî 502 bermîlên teqîner e, û bûne sedema kuştina 14 sivîlan, pênc ji wan zarok in û çar jin in, tevî ku ew bermîl bûne sedema ziyanên mezin li ser du navendên zindî yên sivîlan (mizgeftek û navendeka pizîşkî).
Herwiha Tora Sûrî ya mafên mirov di destpêka sala nû de serjimêriyeke bermîlên teqîner yên li sala 2016 an dîkoment kiribû, ew hejmar gihiştibû 12958 bermîlên teqîner, ku hejmara mezin bibû para parêzgeha gundewarê Şamê û paş re Heleb bû, û piştire bi rêzê Hema û Idlib û Der’a û Himus bûn.
Ligor Tora navhatî ku tevî amzekirina rêkeftina Enqera ya agirbestê li Sûriyê, her ji 30 çileya pêşiya bûrî ve, lê “hêjî Rijêm li heyva reşemehê berdewam bû di bombebarankirina navçeyên berfireh bi bikaranîna bermîlên teqîner”.
Raportê bal kişandiye ku rijêma Bişar berdewam e di binpêkirina agirbestê de bi awayekî dijî biryara encûmena asayîşa navdewletî 2139, û herwiha bi awayekî pêrewkirî û berfireh û bi bikaranîna bermîlên teqîner, û pêkanîna tawanên kuştina bimebest ligor birga heftan ji yasa Roma ya serekî.
Tora Sûrî ya mafên mirov di raporta xwe de berpirsyaretî xist li ser civaka navdewletî li hember kêmterxemiya wê li hember bûyerên Sûriyê, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ji bo misogerkirina cêbicêkirina biryarên tên standin, yên bi dîtina Tora navhatî bûne diwêta li ser kaxetê, û ku bûye sedemê jidestdana rastgoyî û rewatiya wê”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî