Bi sedan Nivîskar, Rewşenbîr, Vekolîner û Hunermendên Firensî û Ewropî û Emerîkî û yên Ereb di daxuyaniyekê de daxwaz kirin ko rêjîma Esed pirotesto bikin û wek tawankarekî cengê wî dadgeh bikin, û bang li dezgehên navdewletî kirin da bi rola xwe rabin, ji bo di Encûmena Ewlekariyê de nebin hêsîrên “Vîtoya” Rûsî –Çînî.
Kesên li ser daxuyaniyê imze kirine dibînin ko giring e tevger çêbibe ji bo tawana berdewam ji şeş salan ve ji aliyê rêjîmê li dijî miletê Sûrî raweste. Di daxuyaniyê de hat ku “hêj niştecihên sivîl dikevin ber bombebaran û birçîkirinê ji bo wan mecbûrî revê bikin”.
Di daxuyaniyê de hat: “her roj nûçeyin nû tên dîtin derbarê tiracîdiya ko miletê Sûrî dibîne li ser destê dewleta Esed ya berberî”.
Û behsa berpirsiyariya rêjîmê û hevalbendên wê, Rûs û Îranî, di ber tiştê li Sûriyê ji destpêka Şoreşê de çêdibe kirin.
Daxuyaniya rewşenbîran tekez kir ko dezgehên navdewletî bûne hêsîrên Vîtoya Rûsî ya ko bi awayekî rêbazkirî li Encûmena Ewlekariyê tê bikaranîn, li dijî çi hewildana pirotestokirinê an ferizkirina sizayan, û gotin ku ew van hewildanan red dikin.
Daxuyaniyê bang li raya giştî kir ji bo tevbigerin tako rêjîmên Ewropî mecbûr bikin ko dev ji siyaseta guhnedanê berdin, û daxwaz ji wan kir ko bi şêweyekî eşkere binpêkirinên mafê mirovan û zêdegaviyan ji çi aliyan dibin pirotesto bikin û tawanên rêjîmê rawestînin.
Rewşenbîran di daxuyaniya xwe de daxwaz kirin ko piştgiriya mîkanîzmeke navdewletî ya bêalî û serbixwe bikin, ya derbarê binpêkirina mafê mirovan ya ko li Sûriyê ji 2011ê ve dibe, ya ko komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî di çileyê pêşî de dengdan li ser kirine, ji bo bê naverok nebe.
Daxuyaniyê daxwaz kir ko hemû rêyên dadgehkirinê yên navdewletî û niştimanî kartêker bibin tako vekolînan bikin û tawanên desthilata Beşar rawestînin, û seredana Sûriyê ya şanda vekolîna nevdewletî ya serbixwe feriz bikin, ya derbarê operasiyonên êşkencekirinê ko rêjîm dike, ji ber rêjîmê bixwe li ser biryara qedexekirina êşkenceyê sala 2004ê imza kiriye.
Daxuyaniya rewşenbîran li pey raporta rêkxistina lêbuhûrîna navdewletî hat, ya ko kuştina 13hezar kes di rewşin tirsank de li zindana Seyidnaya nêzîk Şamê pirotesto kir, û “Mîdya Bart” destdirêjiya sêksî dijî zarokan eşkere kir, li gor çend dîdevaniyên xelkê, ko ew jî tevli tawanên cengê yên ko rêjîm û hevalbendên wê dikin dibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans