Berpirsê ENKSê li Herêma kurdistanê ragihand ku milîsên PYDê 62 endamên partiyên Encûmenê desteser kirine û ber bi cihên nediyar de birine di mawê heftiyekê de.
Xalid Elî rêveberê nivîsîngeha ENKSê li Hewlêrê, duhî di kongirekî rojnamevanî de, got ku ev çendîn carin nivîsîngehên partiyên encûmenê ji aliyê çekdarên PYDê ve tên şewtandin û talankirin û li ser dîwaran siloganên xirab tên nivîsandin.
Û got ku PYDê, baskê Sûrî yê PKKê ye li navçeyên kurdên Sûriyê, û dirêjiyê dide heman kiryarên rijêma Bişar yên bi salên dirêj li dijî gelê kurd li Sûriyê dikirin, û xuya kir ku PYDê hatiye naskirin bi hovîtiya xwe li hember her aliyekê berovajî hêl û rêbaza wê ya siyasî.
Û got ku baskê Sûrî yê PKKê kar dike ligor rênima û fermanên dezgehên hewalgeriya Rijêmê her ji damezrandina wê ji sala 2003 an ve, û tawanbar e bi kuştina gelek çalakvanên kurd her ji destpêka şoreşa Sûriyê ji sala 2011 an ve.
Û bal kişand ku PYDê şûnkarê Rijêma Bişar e li navçeyên kurdan, û amaje kir ku ENKSê û opozisyona siyasî ya Sûriyê bi awayekî giştî baweriyê bi rêxistina PYDê naynin, û wê wek çekekî kirêkirirî di destê Rijêmê de dibînin.
Û rêxistina “PYD”ê baskê Sûrî yê PKKê ya Tirkî ye, radibe bi bikaranîna fişarên pêrewkirî li dijî partiyên “Encûmena Niştimanî ya Kurdî” û hêjî berdewam e di girtin û revandina endam û serkirdeyên partiyên Encûmenê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî -Beşê Kurdî-/ Wekalat