Neteweyên Yekbûyî dixwaze bi hezaran belgehên fermî yên ku welatyiên Sûriyê veguhestine derveyî welat, di “Banka Zanyariyan” de kom bike, ku di nav de hin nîşan hene derbarê pêkanîna rêjîma Esed û hevalbendên wê ji tawanên şer re li Sûriyê.
Di vê derbarê de roja Pêncşemê 150 pispor û dîplomatkaran li Lahayê banga piştevaniya “Mêkanîzma navdewletî ya bêalî û serbixwe ji bo Sûriyê” kir, û ew mêkanîzm banka zanyariyan e ku Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di Çileyê Pêşîn yê derbasbûyî de ava kir da ku lêpirsîn û bidûvçûnê bike derbarê wan kesên ku tawanên şer li Sûriyê pêk anîne.
Herwiha Wezîrê Derve yê Holenda Bert Koenders got ku bi milyonan rûpel û qebareyên mezin ji zanyariyan ku bi awayekî elekitronî komkirî ne hene, ku ew jî belge û hin dîdevanî ne yên ku vekoleran kom kirine û bi hewceyî vekolîn û berhevkirinê ne.
Wî wezîeî lêzêde kir ku banka zanyariyan dê derfetê veke derbarê amadekirina hin faylên belgehkirî”derbarê kesên ku pîstirîn tawan di vî şerî de pêk anîne, ku heta niha di encama wî de 300 hezar kuştî ketiye û bûye sedema koçberkirina bi milyonan ji welatiyên Sûriyê.
Wezîrê Holendî amaje bi wê yekê kir ku dîplomasiya navdewletî gelê Sûriyê di van şeş salên derbasbûyî de bêhêvî kir, û lêzêde kir ku ew nikarin destgirêdayî û li hêviya bidawîhatina şer bimînin, û çanda rizgarkirina ji sizayê jî şermezar kir.
Bert Koenders tekez kir ku ew dixwaze bi çavê xwe bibîne ku tevhiya berpirsyarên tawanên şer ji bo dadgehkirinê ber bi Lahayê ve bêne şandin, ku li wê deverê hejmarek dezgehên dadweriyê hene û yek ji wan Dadgeha Tawankariya Navdewletî ye, yan bêne şandin bo dadweriya wan welatên ku lê niştecî bûne piştî ku ji Sûriyê derketine.
Wê banga pispor û dîplomatkaran berdewam kir û da zanîn ku ev belgeh hatine komkirin, û ji Sûriyê hatine veguhestin, di rêya wan “kesên bawer bûn ku ew karê wan nikare jiyanê li wan qurbaniyan venegerîne, lê ew bawer bûn ku dadwerî wê rojekê rêya xwe bibîne”.
Bert Koenders balkişand ser wê yekê ku efserek ji polîsên leşkerî yên Sûriyê, karîbû ji welat derkeve, û di nava goreyên xwe de “USB”yekî veşêre ku 28 hezar wêneyên termên kesên ku ji aliyê rêjîmê ve di nava zindanan de hatibên kuştin têde hebûn.
Ev banga pisporan di demekê de tê ku Rûsya ya ku wek hevalbenda rêjîma Esed tê naskirin mafê Vîto di Encumena Ewlehiyê de sala 2014an bikar anî, bo rê derçûna biryarekê bigire, ew biryara daxwaza şandina doseyên tawanên şer yên li Sûriyê bûne bo Dadgeha Tawankariyên Navdewletî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê- Hin Ajans