Yekîtiya Ewropî siza dane ser çar berpirsiyarên leşkerî yê rêjîma Beşar yên bi tawana bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlan li Sûriyê tuhmetbar in.
Ev cara yekê ye ko Yekîtiya Ewropî berpirsiyarin rêjîmê dike nav lîsta reş ji ber ko gazên jehrînî li dijî sivîlan bikar anîne.
Li gora pêzanînên taybet Ehmed Bilûl û Sacî Derwêş û Mihemed Ibrahîm û Bedî’h Mi’ela derbasbûna dewletên Yekîtiyê li wan qedexe bûye û nikarin bigihên çi hisabên xwe yên Bankî yên hindirê Yekîtiyê an yên Yekîtiyê li derve.
Bi vê pêrabûnê hejmara yên sizayên Yekîtiya Ewropî li ser wan ferz bûne dibe 239 kes, û 67 kompanî.
Her weha siza bi şêweyê qedexekirina betrolê, û qedexekirina veberhênanê li Oropa, û rawestandina hisabên Banka navendî ya li dev Yekîtiyê, û qedexekirina şandina alav û tiknolociyaya ko dibe li dijî sivîlan bikar bînin.
Vekolînekê Netewên Yekbûyî û rêkxistina qedexekirina belavbûna çekên kîmawî amade kiriye diyar dike ko rêjîm berpirsiyarê çendîn êrîşên gaza kilorê ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî