Operasiyonên derbiderbûna niştecihan ji bajarê Reqayê û gundên derdora wê berdewam in, bi sedema operasiyonên leşkerî yên ko Hevpeymaniya Navdewletî serkêşiya wê dike ji bo berdana rêkxistina Daişê ji herêmê, û di encamê de gelek sivîl ji ber bombebarana tund şehîd ketine.
Çalakvaninan ji bajêr got ku ji encama bombebaradina firokên hevpeymana navdewletî li ser bajarokê Elmensûra li gundewarê rojava, pênc sivîl doh pêncşembê şehîd ketin.
Çend çalakvanan ji bajêr daxuyaniyek derxist têde operasiyonên komelkujiya derheqê sivîlan de red kirin û gotin:“divê ko sivîl di rizgarkirina bajêr de neyên kuştin û koçber nebin û malên wan wêran nebin ”.
Yên ko daxuyanî imze kirine daxwaz ji hemû aliyan kirine û di serî de ji Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serpereştiya Emerîka “ko rêbuhêrkên aram ji sivîlan re veke, û zû navendên bicihkirina demkî amade bikin û pêdiviyên bijîşkî ji birîndaran re dabîn bikin û jêrxanên jiyanê û yên xizmetkarî biparêzin”.
Û berpirsiyariya amanckirina sivîlên destvala dan ser hevpeymana navdewletî û hevparên wê û daxwaza vekolînan li ser tawankariyên derheqê wan bûne kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî