Rêxistina Pizîşkên bêsînor eşkere kir ku hin belge hene li ser armanckirina nexweşxaneya bajarokê Elletaminê li parêzgeha Hema bi çekên kîmyayî, bi rêka êrîşeka esmanî ya hêzên Esed û têde 2 kes hatine kuştin.
Rêxistinê duhî roja înê di raportekê de belav kir ku hilîkopterek li roja şembiya bûrî bombeyek li pêş dergehê nexweşxaneya bajarê Eltaminê avêt, û piştgiriya wê nexweşxaneyê ji aliyê rêxistina pizîşkên bêsînor dihat kirin, û diyar kir ku “zanyarî ji aliyê stavê nexweşxaneyê hatine komkirin û têde amaje bi bikaranîna çekên kêmyayî tê kirin”.
Daxuyaniya rêxistinê got ku “piştî pêkanîna êrîşê yekser nexweş û karmendên nexweşxaneyê rastî girftên dijwar ên henasî û bihnkişandinê bûn, ku ew yek di yasa pizîşkî de nîşanên êrîşên kêmyayî ne”, herwiha rêveberiya saxlemiyê ya ser bi hikûmeta demkî ve li parêzgeha Hemayê, berpirsiyaretiya êrîşê xist li ser stûyê hilîkopterên Rijêmê.
Û duhî efserekî “Cêş El΄iza” ya artêşa azad, got ku gaza Kilor û Sarîn û Zoman û tevî gaza “FX” ya dibe egerê falica damaran ji aliyê hêzên Rijêmê hatine bikaranîn.
Heman efserî bal kişand ku Rijêm siyaseta “Qada Şewitî” bikar tîne, ku piştî armanckirina çeperên şoreşgeran bi çekên kîmyayî, yekser hejmarek mezin ji hêzên Rijêmê êrîşî çeperên şoreşgeran kirin, bi beşdariya hêzên Elnemir û tevgera Elniciba ya Îraqî û hêzên Pasdarên Îranê ji lîwayê 47 li gundewarê başûr yê Hemayê û çekdarên Hizibulaha terorîst.
Ji aliyê xwe ve, serokê şanda rêxistina pizîşkên bêsînor li bakurê Sûruyê, Masîmîliyano Rîbawdîngo gotibû: “bi jidestdana diktorê taybetmend Elî Derwêş nêzîkî 120 hezar kes dimînin tenê bi 2 neştergerên hestiyan”.
Rîbawdîngo got :”tevlî ku yasa navdewletî ya mirovî bombebarankirina nexwşxaneyan qedexe dike, lê mixabin ku hêjî ev kiryar li Sûriyê berdewam in, û xizmetgozariyên saxlemiyê bi zafî rastî êrîşên berdewam dibin” ji aliyê hêzên Rijêmê û hevalbendên wê.
Tê zanîn ku nexweşxaneya Elteminê bi çend kîlomitran ji hêlên şer dûr e, û berî êrîşê bi karê pêşkêşkirina çavdêriya pizîşkî bo 8 hezar kesî radibû, û di nexweşxaneyê de odeyeka tengaviyan û beşa nexweşiyên hinav hebû, tevî beşa niştergeriya giştî û ya hestiyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat