Hêzên artêşa azad îro li roja sêşemê û bi armanca derxistina milîsên binavê “Cêş Xalid bin Welîd” yên ser bi rêxistina DAIŞ ya terrorist ve li çemê Yermûk şerek bi navê “Nezi’h Elxenacir” li gundewarê rojavayê Der’a ragihand.
Û çalakvanan got ku artêşa azad dest bi êrîşan kir û çeperên “Cêş Xalid” bi top û mûşekan bombebaran kirin, û diyar kirin ku êrîş wê bên encamdan li ser çar tewran “Til Elcimu’h û A’ştera û siriya dijetanek û bajarokê Cilîn” ku piraniya çemê Yermûk her ji heyva reşemeha bûrî ji aliyê “Cêş Xalid” hatiye kontrolkirin yekser piştî êrîşkirina ji nişka ve li ser pêgehên artêşa azad, û karî bi rêka wê êrîşê çend gund û bajarok û xalên stratîjîk kontrol bike, herwiha rabû bi dorpêçkirina bajarokê Hît yê li ser sînorê Ordinê ji sê aliyan ve, hevdem ligel bombebarankirina bajarokê Hît yê di destê artêşa azad de bi awayekî rojane.
Hêjayê gotinê ye ku tevaya navçeya Qelmûn ya rojhilat ya li gundewarê Şamê hatiye kontrolkirin ji aliyê artêşa azad her ji şerê li 18’ê adara bûrî hatibû ragihandin, ku navçeyên Tês û Sês û Mekhol û Elsebi’h Elbeyar û Zaza û tevî Til Mekhol û bendeva Rîşê û hin xalên nêzîk yên din hatibûn kontrolkirin, tevlî kontrolkirina hin xalên stratîjîk li Çiyayê Elefa’î li zincîra Çiyayê Qelemûn yê rojhilat li gundewarê Şamê piştî qewtandin û derxistina rêxistina DAIŞ ji wan navçeyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbrndiya Niştimanî