Raporteke ewlekariya Emerîkî li rojnamevanan hatiye belavkirin, û di rojnameya “Newyork Times” de, hejmara roja çarşembê belav bûye, û tê de hatiye ko ew heyberên kîmawî yên li Xan Şêxûn bikar hatine, ji firokên Sûrî yên “Sîxoy-22” yên ji bingeha Elşûeyrat derketibûn hatine avêtin.
Raporta ewlekariyê aniye ziman ko ew firok berî bûyerê bi 20 xulekan li derdora herêma Xan Şêxûn bûn, û piştî kurtedemekê ji wir çûn.
Raporta Emerîkî bêtir got:“zanyarî li rex me hene destnîşan dikin ko hin takekes li bingeha Elşûeyrat ya asmanî roja êrîşê hebûn, dîrokek têkiliya wan bi pirogramê çekên kîmawî re heye, ew kes dawiya meha adarê hatibûn baregehê ji bo amadekirina êrîşeke dahatî dijî bakurê Sûriyê”.
Birêveberiya serokê Emerîkî Donald Tramp doh ragihand ko “bawerî li bal wan heye” li ser berpirsiyariya rêjîma Beşar di ber êrîşa kîmawî ya li Xan Şêxûn li Idlibê pêk hat.
Di gotineke rojnamevanî de, berpirsiyarin Emerîkî tekez kirin ko Emerîka naskir ko “gaza sarîn bikar hatiye”, û rêjîma Esed “ew tenê ye ko ev gaz libal wê heye”
Berpirsiyarên Emerîkî Rûsya tawanbar kir ku ew “dixwaze tawankariyên Beşar Elesed binixumîne ” bê ko çi pêzanînan bide ko Rûsya hayê wê ji êrîşê hebû an na, wezîrê berevaniya Emerîkî Cîm Matîs got: “ez bawer im ko Rûs li gora berjewendiyên xwe dê bixebitin, û ne ji berjewendiya wan e ko bêjin, bila ev rewş ji bin kontrolê derkeve.”
Berdevkê koçka Spî Şon Sbayser destnîşan kir ko gerek fişar li ser Rûsya bibe bi sedema êrîşa kîmawî ya hêzên asmanî ya rêjîmê li ser bajarê Xan Şêxûn, Sbayser got ku kesek bi Mosko re nemaye, û dixwaze gazindeyan ji ser hevalbendê xwe Beşar Elesed rake, û berdevkê Koçka Spî got: “ez tu aştiyê û aramiyê li paşeroja Sûriyê nabînim, eger Esed li ser desthilatê be.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans