Masyo Raykiroft balyozê Birêtaniya li NY got ku hin nimûne ji şûnmayên êrîşa li ser Xan Şîxon li gundewarê Idlibê hatine laboratorkirin, û diyar bû ku nîşanên gaza sarîn yan jî gazeke wek wê hatine dîtin.
Û Raykiroft duhî di civîna encûmena asayîşê de got ku “Birêtaniya hevnerîne ligel nirxandina Amerîka derbarê tiştê dibe ku rijêma Esed berpirsyar e di ber êrîşa bi gaza sarîn” li bajarê Xan Şîxon di 4’ê heyva nîsanê.
Li aliyekî din, wezîrê karubarê yekîtiya Ewropî û mezine danustandinkarên Tirk Omer Cilîk got: “pêwîst e cîhan tev hêzê bikar bînin ji bo rawestandina van komelkujiyan”.
Û Cilîk ji ajansa Anadol re got: “heta niha herdem em behsa çareseriya siyasî dikin, lê astengiyên rijêma Esed li pêş piroseya çareseriya siyasî ji her aliyekî ve xuya ne, ku çi dema derfetên piroseya siyasî geş dibin Esed bi çekên kêmyayî bersivê dide “.
Ji aliyek din wezîrê derve û hevkariya navdewletî yê Îtaliya Encîlîno Elvano duhî got ku mana Bişar Esed li ser desthilatê “dibe astengî li pêşiya avedankirina Sûriyê”, û got ku “mana Esed ne tenê ziyanê digihîne ewlehî û seqamgeriya Sûriyê , lê herwiha bandorê li derfetên dubare-avedankirina Sûriyê jî dike”.
Û wezîrê Îtaliya yê navhatî got ku “nabe bi qonaxa dubare-avedankirina Sûriyê bifikrin heta Esed di bombebarankirin û kuştina miletê me de berdewam e “, û bal kişand ku “Ewropa wê karibe bi rolek sereke di piroseya avedankirina Sûriya ya madî de rabe “.
Herwiha ku duhî 10 dewletan di encûmena asayîşê de deng dan li ser pirojebiryareke Amerîkî – Birêtanî ji bo encamdana lêkolînekê derbarê êrîşa kêmyayî ya li ser Xan Şîxon, hevdem ku Rûsiya “vîto” li dijî pirojebiryarê bikar anî, û sê dewletên din û Çîn jî di nav wan de, dengê xwe nedan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat