Efserekî ji rêjîma Esed cudabûyî diyar kir ko bi sedên tonên çekên kîmawî libal Esed hene, piştî ko vekolînerên Netewên Yekbûyî yên ko ji bo têkbirina wan hatibûn şandin xapandin.
Emîdê Rikun Zahir Elsakit di hevpeyivînekê digel rojnameya Tilgiraf ya Birîtanî de got ko rêjîma Esed qebareya heyberên Sarîn ya kîmawî û heyberin din yên jehrîn ji wan re diyar nekirine.
Emîd Elsakit yê ko serokê cenga kîmawî di Firqa leşkerî ya pêncê berî sala 2013ê bû, bal kêşand ser ko rêjîm “tenê bi 1300 tonî mukur hat lê me dizanîbû ducaran li vê qebareyê ye an ko bi kêmanî du ton libal hene.”
Elsakit – yek ji kesayetiyên mezin yên pirogramê Sûriyê yê kîmawî bû- bawer dike ku tiştên veşartî bi sedan tonên gaza Sarîn in, hem jî hin heyberên Kîmawî yên makder û bombeyên dagirtî heyberên kîmawî û serekên cengê ko li ser mûşekên Sikod siwar dibin aşkere nekirine.
Efserê 53 salî bêtir got berî vekolînerên Netewên Yekbûyî bigihên bi çend hefte û mehan rêjîm bi guhastina wan çekan daketibû.
Her weha diyar kir ko gelek ton ji heyberên kîmawî ber bi herêmên çiyayî ve yên asê derveyî bajarê Humsê û bajarê Ceblê ya nêzîkî Tertûsê ko ew mezintirîn bingeha leşkerî Sûrî-Rûsî ye. birin
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî / Elcezîr