Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Mihemed Coce got: “Vekolînan tekez kir ko gaza Sarîn li cihê êrîşa Xan Şêxûn heye”, û bêtir got: nîşanin diyar hene ko berpirsiyariya rêjîmê di wan êrîşan de heye.
Coce bal kêşand ser ko tiştê li Xan Şêxûn çêbû ne cara yekê ye ko rêjîm dike, lê bi dehên caran li çendîn herêmên Sûriyê berê kiriye, û tekez kir ko Mosko hêj dixwaze piştgiriya “rêjîma kujer ” bigire tev ko dizane ew berpirsiyarê êrîşê ye.
Endama Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa destnîşan kir ko Mosko nabe wekû aliyekî dabînkar ji peymana agirbestê re piştî helwesta wê ya aşkere ko piştgiriya Esed dike, û got: “ev riftara Rûsî dê mijara Sûriyê aloztir bike û wê Rûsya berpirsiyariya tawankariyên li Sûtiyê çêdibin hilgire”.
Mûsa tekez kir ko pêkanîna operasiyona siyasî ya ji bo çareserkirineke siyasî li Sûriyê peyda bike, li ser Rûsiya ferz dike ku bi heman pîvanê li opozisyon û rêjîmê binere, û bêtir got: “xuyaye Rûsya alîgirtina rêjîmê ji xwe re bijartiye”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî