Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD biryara destdanîna ser mala Fûad Elîko endamê desteya siyasî ya Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, derxist.
Fuad Elîko ji malpera me re diyar kir ku hevalekî wî ew bi biryara dadgeha PYD ya destdanîna ser mala wî ya li taxa Hilko li bajarê Qamişlo agahdar kir.
Elîko got ev karên PYD li dijî malbata wî, nikarin wî ji bîr û baweriyên wî paşve bidin, û ewê bervaniyê di ber gelê xwe de berdwam bike û kiryarên PYD ji raya giştî re ragihîne.
Tê zanîn ku rêveberiy PYD di salên 2013 û 2014 an de hin malên çalakvanên siyasî li bajarên Qamişlo û Serêkaniyê desteser kiribûn.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê