Raporên mafnasî û meydanî hişyariyê didin ji berdewamiya pirosesên girtina bi kotekî li Sûriyê, ji ber ku metirsiya rewşê di navendên girtinê û zîndanan de zêde dike, û jiyana bi hezaran girtî ji ber belavbûna bêtara Covid19 dike bin gefê.
Û Tora Mafnasî ya mafên mirova di rapora xwe de duh duşemê anî ziman ku wê 157 girtinên bi kotekî di heyva tîrmeha bûrî de belge kirine, di nav de 13 zarok û 2 jin hebûn, yên li ser destê hêzên lişkerî yên cûrbecûr li Sûriyê hatin girtin.
Û rapora saziya mafnasî got ku hêzên rijêma Elesed di ber 69 girtinên bi kotekî de berpisyar in, di nav wan de 2 jin û 2 zarok hebûn, û bal kişand ku 41 ji wan bûne binçavkiriyên bi kotekî.
Û raporê eşkere kir ku milîşyayên PYD di ber girtina 61 kesî di nav de 11 zarok berpisyar bûn, 35 jê binçavkiriyên bi kotekî bûn, û Heyet Tehrîr Elşam di ber neh girtinan de berpisyar bû, 5 kes jê binçavkiriyên bi kotekî bûn, û raporê 18 girtî li ser destê aliyên çekdar ên din tomar kirin, 11 kes jê binçavkiriuyên bi kotekî bûn.
Û li gorî raporê bêhtirê girtiyên bi kotekî di heyva borî de li Dêra Zorê bûn, di dûvre Heleb tê, û dûvre gundewarê Şamê, û raporê got ku girtî li ser destê hêzên rêjîmê rastî îşkenceyên hovane tên, û di rewşeke tendirustî ya xerab de dijîn.
Û Rapora Saziya Mafnasî daxwaza şopandina cîbicîkirina biryarên ji aliyê wê ve derketine ji Encûmena Ewlekariyê kir, di pêşî de biryara 2042 ya di 14nîsana 2012an de derketî, û biryara 2043 yaku di 21 nîsana 2012 yan de derketî, û 2139 yaku di 22 sibata 2014 an de derketî, yên daxwaza danîna sînorekî li pêşiya binçavkirinên bi kotekî li Sûriyê dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî