Yê bi karûbarê cîgirê wezîrê dervê yê Emerîkî radibe Stîwart Conz, tekez kir ko rêjîma Esed ji 2013ê ve cihek bo sotandina girtiyan li zindana Seydnaya çêkiriye ji bo girtiyan têde bişewitîne. Conz got: amanc ji wê şewatgeha kelaxan ew e, hewildana veşartina hejmara mezin ya kuştinên komel yên ko li zindana Seydnaya dibin.
Conz bêtir got ko jêderin cihê baweriyê dibêjin ko rêjîma Esed berpirsiyare di ber kuştina rojane ji 50 girtiyî re li zindana Seydnaya, her weha ew jêder bawer dikin ko gelek ji kelaxên girtiyan di gorên komel de têne veşartin, û rêjîm li zindana Seydnaya li dora 70 kesê girtî dixe zindanekê de ko têra 5 kesan dike.
Conz destnîşan kir ko zindana Seydnaya yek ji çendîn navendên girtinê ye ko rêjîm girtiyan tê de digire û binpêkirinên dijmirovî li wan dibin, û girtîgehin din jî hene wek zindana Firokxana Mezê û şaxên ewlekariya leşkerî 2015, 227, 235, 248 û 291 yên ko li hemû deverên Sûriyê belavbûyî ne.
Rêkxistina Lêbûrînê Ya Navdewletî di dehê sibatê de, ji rêjîma esed re got ku eger raste kuştarên bi komel di zindanên we de tune ne, dergehên zindanan li pêşberî çavdêrên navdewletî vekin, ji bo rewşa girtiyan bişopînin, piştî ko rêjîmê mandel kir ko ew kuştarên komel dike li gora di raporta rêkxistinê derxistibû de hatibû, ya bi navnîşana “Qesabxana mirovan”
Her weha emîndarê giştî yê netewên yekbûyî Entonyo Gorîts, daxbarbûna xwe ya mezin anî ziman piştî ko raporta rêkxistinê xwend, û Firensa jî doz li civaka navdewletî kir ko nehêlin Beşar û peyayên xwe ji sizayê rizgar bibin, her weha wezîrê derve yê Birîtanî Borîs Conson dilzariya xwe derbirî û tekez kir ko çi paşeroj ji Beşar re li Sûriyê nîn e.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans