Rewşa “bobelatî” ya pêncî xêzanên sûrî yên ji zordestiya rijêma Esed koçber bûne, û niha li ser sînorê di navbera Qiralgeha Megribê û Cezairê de dijîn herwiha ku herdu dewlet pêşwaziya wan xêzanan red dikin ji aliyê rêxistinên mafnas hat pirotistokirin.
Rêxistinên navhatî di daxuyaniyekê de gotin ku “Em rewşa bobelat ya xêzanên Sûrî yên li ser sînorên herdu dewletan şermezar dikin”, û tê zanîn ku komela Megrib ya mafên mirov û kombenda Cezaîr ya berevaniya mafên mirov jî li ser daxuyaniyê emze kirine.
Wan rêxistinan gotin ku ev ” rewşek mirovî ya herî metirsîdar e û daxwaz ji karbidestên herdu dewletan kirin ji bo gengeşekirina vê doxa mirovî, û dîtina çareseriyekê ji vê kêşeyê re herwiha ku divê ev xêzan nabin giraw ji siyasetên dewletan re”.
Daxuyaniya van rêxistinên pêwendîdar bi mafên mirov tekezî kir li ser “ku bê piştgirî û alîkariya desthelatên Cezaîrê wan xêzanan nikarîbûn bigehêjin wê navçeya sînorî tevlî riya wê ya asê bi rêka riyên ne xweş û biyabana Cezaîrê”.
Ligor çavpêketinên hin dezgehên ragihandnê ligel penaberên asêbûyî li ser sînor ku nêzîkî 8 xêzanên sûrî tevlî jin û zarok û nexweşan in li biyabana li ser sînorê herdu welatan, ev heyvek e di êş û azaran de dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Wekalat