Ofîsa Belgekirina Pakrewanan li Deraa raporeke nû derbarê operasyonên kuştina serkirdeyên berê di Artêşa Azad de derrxist, ew jî piştî kuştina serkirdeyê berê di Artêşa Azad e, Edhem Elekrad, û çar hevalên wî hat.
Û Beşê Ceza û Tewanan di Ofîsa Belgekirina Pakrewanan de li Deraa 76 operasyonên kuştinê dermafê serkirdeyên berê yên Artêşa Azad de ji sala 2018an de belge kir, û bal kişand ser ku di wê operasyonan de 42 serkirde hatin kuştin, û 20 ji wan birîndar bûn û 14 serkirde ji operasyona mirinê rizgar bibûn.
Û Ofîsê anî ziman ku operasyonên kuştina serkirdeyên berê yên Artêşa Azad ên ji neçarî û ji ber rewşa xerab bi siponseriya Rûsiya li parêzgeha Deraa berî bi 2 salan rêkeftina lihevhatinê îmze kiribûn, bi guleyên yekser an bi teqînan an bi darvekirinên meydanî piştî revandina wan hatine kuştin.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyekê de operasyona kuştina serkirdeyê berê di Artêşa Azad e Edhem Elekrad û çar hevalên wî û tevaya operasyonên berê rêjîma Esed û amûrên wê yên ewlehiyê û milîsên Hizbullah ên terorîst rasterast berpirsiyar dibîne.
Û Hevbendiyê Rûsiya wek aliyê ku rijêm lixwe girtiye di warê yasayî û siyasî û sincî de berpisyar dibînin, ji ber ku di cîbicîkirina sozan û tiştên li xwe girtine de derbarê siponseriya lihevhatinên di bin darê zorê de biser neket, û bal kişand ser ku operasyona kuştinê ya vê dawiyê rawstgeheke nû ye, û rastiya ku Rûsiya nikaribû ta îro soz û karên xwe yên li xwe girtine biparêze eşkere dike.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku armanckirina vê dawiyê dijî serkerdeyên Artêşa Azad de, derfeteke bo xortên şoreşê li başûrê welêt ku nerîn û helwestên xwe derbarê lihevhatinan bighurin, û li hember hêzên rijêmê û milîsên mezhebî raperîneke giştî raghînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî