Û Serokê Desteya Niştimanî ya Girtî û Hindayan, Yasir Elferhan, pêşwaziya biryara Yekîtiya Ewropî derbarê dirêjkirina cezayên sepandî li ser 5 kes û komên beşdarî di tewanên cengê dermafê sivîlan li Sûriyê kirine û têkildarin bi rijêma Esed re kir.
Û Yekîtiya Ewropayê rêşûnên benedikirinê yên li ser 9 kesî sepandiye ragihand, û li gor biryarê ji wan 5 bi rijêmê ve girêdayî ne û navendeke lêkolînên zanistiye bi ser rijêmê ve ye, her weha çar kes jî destê wan di êrîşên Salizborî ya Birîtaniya de hene.
Û Elferhan di raghanidinên taybet de îro îniyê tekez kir, ku divê cîhan hevkar be, daku nehêle yên tevlî tewanan bûne ji sizayan rizgar bibin, û dît ku ew pêngaveke sereke ye di warê vegerandina mafê qurbaniyan de.
Û tekez kir ku rijêma Esed li ser tewanan dijî, û tewanên pîs dermafê gelê Sûrîyê bi corbecor awa û şêweyan pêk anîne, di nav de çekên kîmawî jî bikaranîne, û got ev rijêma ji nû de berhdar û çak nabe.
Û Elferhan bal kişand ser ku her roj derbas dibe, bêyî ku bighînin çareya siyasî û veguhêza siyasî li Sûriyê pêk were rijêm tewanin nû dermafê sivîlan pêk tîne.
Û Elferhan erêniya xwe li ser pêngavên navdewletî yên bi awayekî zelal derbarê kesên tevlî pêkanîna tewanên cengê dermafê gelê Sûrî bûne diyar kiriye anî ziman, û daxwaza danîna mîkanîzma lêpirsînê bo cihê cîbicîkirinê û piştpêrastkirina rêşûnin derveyî Encûmena Ewlekariyê daku bi awayekî yekser dest bi pirosesa lêpirsînê bibe kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî