Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî pêşwaziya Hevrêzkarê Meseya Çareyan Mihdî Dawid û Rêvebirê Berê yê Kampa Nizîb ya Penaberên Sûrî Celel Demîr kir, û bi herdûwan re rewşên û penaberên Sûrî li Tirkiyê û debiderên li bakurê Sûriyê gengeşe kir.
Û di civînê de Hevrêzkarê Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl di Hevbendiya Niştimanî de Zuhêr Mihemed amade bû, û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna pirsgirêkên ku rastî penaberên Sûrî li Tirkiyê tên kir, her weha çakkirina ketwarê kampên Sûrî li başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê.
Û cextî li ser girîngiya karê saziyên civaka sivîl di alîkariya penaberên Sûrî û derbider û koçberan de kir, û tekezî li ser pêwîstiya guhdana mezin yaku Hevbendiya Niştimanî dide karê saziyên civaka sivîl û piştgiriya Hevbendiyê ji wan re di warê xizmetkariya Sûriyan de kir.
Û amadebûyan li ser lidarxistina xebatên bo hevrêziya karînan û danîna mîkanîzma kar di navbera Hevbendiya Niştimanî û Saziyên Civaka Sivîl yên di warê piştgiriya hawarçûn û mirovahiyê bo penaberên Sûrî li Tirkiyê dixebitin lihev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî