Komîteya Partî û Firankisyonên Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, civînek ji dûrve li gel Rêxistina Xortên Demoqratî lidar xist, û bi hevre pêşhatên rewşên siyasî û meydanî û rêyên xurtkirina hevkarî û hevrêziyê bo rûbirûbûna astengiyên dahatî gengeşe kirin.
Û di civînê de Hevrêzkarê Komîteya Partî û Kiranfisyonên Siyasî, Ebdellah Kedo, û Endamên Komîteyê Ehmed Remedan û Ebdulmecîd Berekat û Rêvebirê Ofîsa Siyasî ya Rêxistina Xortên Demoqratî, Adam Elseyêd, û Hevrêzkara Giştî Rîm Ebod û Sekretêrê Rêxistinê û Serokê Ofîsa Rêxistinkirinê, Gezwan Elbeleh, amade bûn.
Û amadebûyan çalakîyên Hevbendiya Niştimanî û destpêşxeriyên wê yên vê dawiyê û pilana çakkirina ketwarê Sûriyan û xurtkirina pêwendiyan li gel beşên civaka Sûrî berçav kirin, û tekezî li ser diyalog û beşdariyê li gel partî û şepêlên siyasî ji bo gihîştina nerîneke siyasî hevbeş bo çareyê li Sûriyê kirin.
Û amadebûyan hejmarek ji mijarên siyasî yên girêdayî doza niştimanî ya Sûrî gengeşe kirin, û girîngî dan doseya sizakirina li ser rijêmê li gor yasaya Qeyser û çawniya kartêkerkirina wê.
Û amadebûyan pêşhatên pirosesa siyasî û necidîbûna rijêmê di dan û sitandina pêre û encamên karên Komîteya Destûrî ya Sûrî û rêyên kartêkerkirinên wê û paşxistina ku rijêm diyar dike û li beranberî wê xwe dispêre çareya leşkerî ya xwîndar behis kirin.
Û amadebûyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkarî û hevrêziyê û beşdariyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û Rêxistina Xortên Demoqratî de kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî