Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, yadnameyeke yasayî arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Antonio Guterres, û Serokê Civata Giştî yê Netewên Yekbûyî, Volkan Bozker, derbarê rewşa penaber û derbiderên Sûrî li seranserî cîhanê kir.
Û di yadnameyê de Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku hejmara penaber û derbiderên Sûrî zêdetir ji 13,5 melyonî ye, ew jî tête xuyakirin ku rêjeya penaberên Sûrî bêtir ji sê ji yekê ji hejmara penaberan li cîhanê ye.
Û eşkere kir ku koçberkirina kotekî bi armanca guhartina demografî ye, ew jî yek ji sitratîciyên sereke ne li bal rijêma Esed yên ku ji destpêka sala 2011an de ragihandine û pê kar dike, daku ji rikberên rijêmê û herweha ji yên heye ku bibin rikber jî rizgar bibe, da hineke din bîne şûna wan.
Û got ku bûyer tekez dikin ku armanca desthilata Sûriyê ne tenê tolhildana ji gelê Sûrî ye, lê ew bi xwe mîkanîzmekê dişoîne ji bo guhartina drmografî, da ku bighê armanca xwe, ya ku komek ji kiryarên pîlankirî yên li pey hev ji bo wê bikar tîne.
Û bali kişand ser ku rijêma Esed dixwaze derfetên vegera penaberan kêm bike, di riya pilanekê re ku ketwara koçberkirina kotekî biçespîne, û guhartinê di navendên yasayî yê xwediyê mafan de çêbike, û hevsengiyên aborî û civakî û siyasî li Sûriyê û deverê bighure, û astengiyê têxe pêşiya mafê vegerê.
Û got ku eynî encam û kiryarên rêbazkirî yên rijêma Esed pê radibe, li deverên di bin kontirola milîsên PYD de jî diyar dibin, ji ber ku hîn nêzîkî 2 milyon kesî ji xelkê devera rojhilata ferat yên hatine koçberkirin li derveyî deverê ne.
Û Elherîrî tekez kir ku penaberên Sûrî li hêviya vegera ser xaka xwe û pêgirên mafên xwe ne, û bendewarên rizgarkirina deverên xwe ne ji desthilatên sitemkar û terorîstan, daku vegerinê.
Û Elherîrî diyar kir ku derdora 414,069 kesan vegerîne deverên xwe yên li bakurê Sûriyê, piştî ku ew dever ji rijêmê û milîsên terorîst hatiye rizgarkirin, her weha xebatên Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî di vê çarçoveyê de û piştgiriya Komara Tirkiyê û hejmarek ji dewletên dost li deverê di yadnameyê de bibîr anî.
Û tekez kir ku rûniştina Sûriyan li deverên xwe û vegera penaberan bo deverên rizgarkirî hewcedarî piştgiriya navdewletî ji Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Demkî re ye, ji bo cîbicîkirina pirojeyên piştgiriya aramiyê, û dabînkirina pêdviyên mirovahî, û parastina xelkê ji teqînên terorîstî yên pêk tên, û xirabkirina aramî û aştiyê û astengkirina avakirina pîvanên serdariya yasayê armanc dikin.
Û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî piştgiriyên mirovahî yên ji aliyê dewletên dost ve tête bexşandin bilind dinirxîne, her weha pabendiya gelek dewletên cîhanî bi pirensîpên bilind ên mafên mirovan û yasaya navdewletî û rêkeftinên hatine îmzekirin, lê di heman demê de siyaseta nijadperestî dermafê penaberên Sûrî li dewletên wek Libnan û Yonanistanê şermezar kir, û tekez kir ku penaber û derbiderên Sûrî qurbaniyên rijêma Esed û Îran û Rûsiya ne, û penaberên Sûrî di awareabûnê de baca bisernekeftina navdewletî di rawestandina tewanên cengê û cînosayid û tewanên dijî mirovahiyê yên dermafê wan pêk tên didin.
Û hişyarî da ji hewildanên hin aliyên navdewletî yên dixwazin pîvanên navdewletî bighurin û pirojeyên vegerandina penaberan bo deverên rijêmê pêşkêş bikin, ew jî ji bo ku bidestxistinên siyasî û aborî pêk bînin.
Û Elherîrî xwest ku ev name li ser şandên dewletan belav bibe, wek belgeyek ji belgeyên Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî, û di riya karê cidî û berhemdar nêzîkî çareya kêşeya penaberan bibin, daku veguhestina siyasî ya tam û rasteqîn li Sûriyê pêk were, li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118 û 2254 û biryara Civata Giştî 67/262 û biryarên din yên pêve girêdayî.
Û cextî li ser retkirina pirojeyên vegerandina penaberan berî gihîştina çareya siyasî kir, û dabînkirina jîngeha aram û bêalî ji bo vegerîna ji dev xwe, û han da ser girîngiya fişarên rasteqîn li ser rijêmê û Rûsiya û Îranê, daku êrîşên dijminkarî li ser Idlibê rawestînin, û bihêlin ku ew vegerin sînorê deverên kêmkirina gurkirinê, yên di yadnameya Têgihiştin li Astana de hatine îmzekirin, daku xelkê deverê yên jê koçber bûne vegerin deverên xwe.
Û daxwaza destpêkirina helmeteke navdewletî ji bo piştgiriya avakirina devereke aram li bakurê Sûriyê kir, û rêşûnên lêpirsîna kesên tewan kirine dest pê bibin, û nehêlin ku rijêm û Îranê û Rûsiya ji sizayan rizgar bibin.
Û Elherîrî tekezî li ser rêzgirtina rêkeftina Cinêvê ya sala 1951 derbarê penaberan kir, daku dan û standina bi wan penaberan re li dewletên têre derbasdibin li gorî bendên rêkeftinê be, û binpêkirina mafên wan di hin dewletan de raweste, û ti fişaran li wan nekin û bi kotekî wan venegerînin.
Û tekezî li ser pêwîstiya vegerandina mafên kesên penaber kir, di riya qerebokirina darayî û derûnî bo kesên ziyanên govdeyî û derûnî gihane wan, bi destê hin ji endamên dewletên ku penaber têre derbas bûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî