Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Herîrî, nameyek pîrozbahiyê ji D. Bişir Hanî Elxesawine re rê kir, tê de çaktirîn hêviyên xwe bi helkefta wergirtina posta wî ya nû wek serokê wezîrên Qiralgeha Urdina haşimî ya bira pêşkêş kirin.
Elherîrî tekezî li ser baweriya xwe ya tekûz kir, ku Qiralgeha Urdinî ya Haşimî bi serkirdayetiya şahrezane ya Qiral Ebdullah ê Duyem bi rola xwe ya tewerî ya giring di piştgiriya gelê sûrî û têkoşîna wî ya ji bo azadî û rûmet û dadweriyî de rabe.
Her weha cext li ser hêviyên Hevbendiya Niştimanî kir der barê mukumkirina têkiliyên hevbeş li gel Qiralgeha Urdunî ya Haşimî, û bal kişand ser ku ew pişta xwe bi pabendiya Qiralgehê û piştgiriya wê ji gelê Sûriyê û kêşeya wî ya rewa girêdidin, her weha hêviyê xwe yên xurtkirina têkiliyên hevbeş ji bo gihiştina çareseriya siyasî li Sûriyê ya ku hêviyên rewa yên gelê Sûriyê bi cih dike anîn ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî