Tîma Hevrêzkarên Brsivdana Pêşekî li Sûriyê di daxwiyaniyeke xwe de, duh înê, anî ziman ku, bi dehan sivîl li parêzgeha idlibê li ser destê hêzên rijêmê û Rûsiya hatine kuştin, ji encama binpêkirinên rêkeftina agirbestê û rêkeftina ku di navbera Tirkiyê û Rûsiya de di 5 heyva adara bûrî de hatibû îmzekirin.
Û Tîmê eşkere kir ku binpêkirinên Rûsiya û hêzên rijêmê bûn sedema kuştina 33 sivîlan, û hejmara binpêkirinan ji 5ê adarê de ta duh înê gihîşte zêdetir ji 3,174 binpêkirinan, û bal kişand ser ku êrîşên balefirên Rûsî yên cengê û yên bê firokevan bêhtir ji 17 avahiyên jîndariyê li deverê armanc kirin, her weha bombebarana bejayî ji aliyê rijêmê ve.
Û daxwiyaniya tîmê binpêkirinên berdewam li deverên bakur rojavayê Sûriyê ji aliyê hêzên rijêmê û Rûsiya ve şermezar kirin, û got ku hêzên rijêmê bi mebest deverê û taxên nişteciyan li gund û bajarokên gundewarê Idlibê armanc dike, daku nehêle sivîl vegerin deverên xwe.
Û tîmê daxwaza parastina agirbestê kir, daku vegera awle ji derbideran re dabîn bibe, piştî ku di derbideriyên berê de tûşî derdeseriyên mezin bûne, û daxwaza fişarê li ser rijêmê kir ji bo binpêkirinan rawestîne, û tekez kir ku berdewamiya binpêkirinan dê vegera bi sedan sivîl bo deverên xwe dereng bihêle.
Û tîmê hişyarî ji vegerandina operasyonên leşkerî li ser deverê da, ji ber ku dê bibe sedema pêlên derbideriyek nû ya ji yên berê mezintir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî