Xelkê bajarê Elhirak ê rojhilatê parêzgeha Deraa, duh înê piştî nimêjê, xwepêşandanek dijî rijêma Esed lidar xistin, û navê pakrewan Edhem Elekrad li vê înê kirin, û xwepêşandan wek pişgiriyê ji xelkê Deraa re yên berî du rojan serkerdeyên berê yê Artêşa Azad ji dest dan hat, di encama operasyoneke kuştinê dermafê Edhem Elekrad û hevalên wî de.
Û xwepêşenderan duruşmên daxwaza serbestberdana girtiyan û çakkirina rewşa mirovahî bilind kirin, û weha li ser tabloyên hildabûn nivîsandibûn:”Du bijare ne sisê, ya dê ala me li asîmanê bilind liba bibe yan jî emê bi şanazî di ber de şehîd bibin”, “Rijêm tewankar e berî rêkeftinên lihevhatinê û piştî wê”, “Em bêdeng namînin derbarê mafê xwe yê jiyana birûmet û dabînkirina xwestekên me”.
Û xwepêşenderan duruşmên şoreşê yên destpêkê bilind kiribûn, wek “Em serî ji xweda tenê re ditewînin”, “mirin û ne sertewandin”. Her weha daxwaza tolhildana pakrewan Edhem Elekrad û hevalên wî ji şoreşgerên bajar û bajarokên din li seranderî parêzgehê kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî rêjîma Esed û amûrên wê yên ewlehiyê û milîsên Hizbullah ên terorîst bi tevaya operasyonên berê û kuştina serkirdeyê berê di Artêşa Azad de, Edhem Elekrad û çar hevalên wî tohmetbar kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî Rûsiya jî wek aliyê ku rijêm lixwe girtiye di warê yasayî û siyasî û sincî de berpisyar dibîne, ji ber ku di cîbicîkirina sozan û tiştên li xwe girtine de derbarê siponseriya lihevhatinên di bin darê zorê de biser neket, ji ber ku Elekrad û hevalên wî ji neçarî û ji ber rewşa xerab bi siponseriya Rûsiya li parêzgeha Deraa berî bi 2 salan rêkeftina lihevhatinê îmze kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî