Navenda mafên rojnamevaniyê ya kombenda rojnamevanên Sûrî di heyamê heyva gulana bûrî de 17 binpêkirin di derheq medyakaran de li tevaya Sûriyê û kuştina sê ragihêneran dîkomint kirine.
Navendê duhî di rapora xwe de bal kişand ku binpêkirin pir kêmtir bûn ji yên heyva nîsanê, ya ku (40 binpêkirin lê hatibûn pêkanîn).
Herwiha di raporê de kuştina mediyakar Usama Elhibalî di bin eşkecê de di girîtgeha Seydnaya de ya di destê hêzên Rijêmê de ye hatiye kuştin, piştî girtina wî bi nêzîkî pênc salan, û çalakvanê mediyakar E’la kerîm yê naskirî bi navê “Mihemed Elqabûnî” di bombebarankirina taxa Qabûn de ya dikeve li rojhilatê Şamê hat kuştin, û şehîdketina mediyakar Mihemed Ednan Hebîb bi guleyên serbazên Esed li ser tewerê rêbenda Elzelaqiyat li gundewarê bakur yê Hemayê.
Rapora navendê ya heyvane diyar kiriye ku Rijêma Esed hatiye di serê lîsteya binpêkaran de, bi berpirsyaretiya wê di ber heft binpêkirinan de, û paş re rêxistina DAIŞ bi pêkanîna çar binpêkirinan hatiye.
Û ji aliyê cografî ve binpêkirin hatine dabeşkirin ku sê binpêkirin bûne para heryek ji Şam û Humis û Hemayê, û 2 binpêkirin li gundewarê Şamê û Der’a û binpêkirinek bitenê li her yek ji Heleb û Idlib û Hisiça.
Bi vê yekê û ligor dîkomentên navenda navhatî, hejmara meydakarên hatine şehîdkirin bûye 407 meydiyakar her ji destpêka şoreşa Sûriyê ya li dijî rijêma Esed ji adara 2011 an ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Wekalat