Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir, ko tiştê mayî ji danpêdana yasayî bi rêjîma Esed û desthilata wê ,ji rêkxistin û dezgehên wê yên navdewletî bi dawî bike, ew dibîne ko wisa dê nameyeke diyar be ji rêjîmê û piştevanên wê re ko sizakirin li ser tawankariyên cengê yên ko derheqê miletê Sûrî de kirine heye.
Ev daxwaz di civîna serokê Hevbendiya Niştimanî û serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb û şanda digel wan ya digel çend berpirsiyarên Ewropî û di serî de serokê komîta siyasî û ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropî Walter Stîvinz hatin kirin. Û ev şanda Hevbendiya Niştimanî seredana Yekîtiya Ewropî dike û wê du rojan berdewam bike.
Sêf spasiya Yekîtiya Ewropî kir li ser piştgiriya wan ji miletê Sûrî re tako mafê xwe bidest bixe, û di rûniştinê de got: “em kêfxweş in ko Yekîtiya Ewropî dest bi danîna Istiratîciyeke baştir digel Hevbendiya Niştimanî û desthilata demkî kiriye”, û bêtir got: “Ewropa nimûneyeke bilind e ji miletê Sûrî re gava li ser mafê mirovan tê axaftin.”
Sêf tekezî li ser giringiya ko dezgeh û takekesên ko piştgiriya rêjîmê dikin siza bibin kir. Û destnîşan kir ko rêjîm guh li biryarên Encûmena Ewlekariyê nake û himber wan jî bêtir koçberî, kuştin û wêraniyê dike.
Di gengeşeyan de endamê desteya siyasî Hadî Elbehre yê ko li civînê amade bû girêdan di navbera operasiyona nûavakirinê û pêşveçûna pêvajoya operasiyona siyasî ya ko misogerkirina veguhastina siyasî ya tekûz amanc dike de çêkir û Got: “çi destpêkirin bi avakirinê berî van gavan, dê bandora wê li ser operasiyona siyasî neyênî be. Û bal kêşand ser giringiya vegerandina biryarê bo gelê Sûriy û got: ”em dixwazin ko miletê Sûrî biryara xwe ya nuha û ya paşeroja xwe bide ”
Ji aliyê xwe ve serokê civînê Walter Stîvinz tekez kir ko Yekîtiya Ewropî piştgiriya hemû opozisyona Sûrî dike û dibîne ew şirîkeke xurt e, û gotin wisa berdewam kir:“ev di istiratîciya me de ye, ya ko me li kongirê Biroksilê pesend kir”
Got Hevbendiya Niştimanî û desthilata Sûrî ya demkî di wê istiratîciyê de lîstikvana bingehîn e. û bêtir got: “em piştgiriya bizava we li ser xakê dikin ji bo piştgiriya xweragiriya miletê Sûrî û bi taybetî bizava desthilata demkî”, her weha Stîvîntz tekezî li ser piştgiriya şanda danûstandinan di gotûbêjên Cinêvê de kir.
Şanda Hevbendiya Niştimanî ya li rex serokê Hevbendiyê, ji serokê desthilata demkî û herdu serokên Hevbendiyê yên berê Enes Elebde û Hadî Elbehre û endamê desteya siyasî Hewas Xelîl û endama desteya giştî Ruba Hebûş pêk tê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî