Piştî têkiliyên Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê û bangewaziyên navdewletî û pêwendiyên çalakvanên mafên mirov ligel hikûmetên herdu welatên Cezayir û Mexiribê, duhî Cezayirê erêkirina xwe ragihand li ser hewandina penaberên sûrî yên asê mane li ser sînorê wê ligel Mexiribê.
Û ligor ajnasa nûçeyên Cezayir, berdevkê wezareta karubarê derve ya Cezayirê Ebdulaziz bin Elî Elşerîf, roja pêncşemê (1’ê cehzîranê) û gotibû: welatê wî ji ber “armancên mirovî” biryara pêşwazîkirina penaberên Sûrî yên li ser sînorê wê yê ligel Mexiribê asê mane da.
Herwiha ku ji aliyê xwe, Selwa Eksiwî, cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî, diyar kir ku Hevbendiyê fayil şandibûn ji hikûmetên herdu welatan re, û têde zanyarî û hejmara penaberên asê mane dabûn û daxwaza alîkariyê ji bo bidawîkirina tarêjiydiyên wan penaberan ji hikûmetên herdu welatan kiribû.
Eksiwî balkişand ku Hevbendiya Niştimanî vê dema dawiyê bi awayekê berfirehtir kar ji bo çareserkirina vê kêşê kir, û pêwendî ligel wezîrê karubarê mirovî ya Mexiribê kiribû û herwiha daxwaza alîkariya penaberan ji şahê Mexiribê kiribû.
Cîgira serokê Hevbendiyê balkişand ku ew berdewam in di şopandina rewşa wa ya mirovî de ligel karbidestên Cezayirê û herwiha hêviyên xwe bi piştgiriya dewletên Erebî ji tekoşîna gelê Sûriyê re ji bo destxistina rûmet û azadiya xwe anî ziman.
Hêjayê gotinê ye ku berdevkê wezareta derve ya Cezayirê gotibû ku welatê wî “wê çareseriya pêwîst pêşkêş bike bo penaberan û wê kar bike ku wan bi xêzanên wan bigehîne di çarçovê hevgihandina malbatan de“.
Ji aliyê xwe ve, mafnasê Cezayirê Enwer Malik li ser malpera xwe li ser “Twiter” destxweşî li biryara Cezayir kiribû û gotibû: ” ez pîrozbahiyê li biryara karbidestên Cezayirê dikim li ser pêşwazîkirina penaberên sûrî yên asê mabûn dinavbera sînorên Mexirib û Cezayirê, de piştî hewlên mezin ji bo vê çareseriya birûmet”, û dîsa gotibû : “ez supasiya wî berpirsê Cezayir dikim yê rojên pêşiyê soza çareserkirina kirîza penaberan û derbaskirina wan bi rûmetî li Cezayir dabû, û min dixwest ez supasiya wî bi nav bikim, heger ne ji ber soza min dayî bi ne diyarkirina navî wî“.
Herwiha ku komsyona bilind ya NY ya karubarê penaberan,li roja 30 gulana bûrî, daxwaza alîkiriya 58 penaberên sûrî yên asê mabûn li ser sînorê dûr di navbera herdu welatên Cezayir û Mexiribê de kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Wekalat