Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, Îro roja înê li baregeha Yekîtiya Oropî li Birûksilê paytexta Belcîka, hevdîtineke giring bi nûnera bilind ya Yekîtiya Oropî ji bo karûbarê derve û siyaseta ewlehiyê Fîdrîka Moxrînî pêk anî.
Û di civînê de hejmarek ji berpirsyarên Oropî hazir bûn, û Riyad Sêf bi hevaltiya şandeke pilebilind bû, ku ji serokê Hikûmeta Demkî û endamin ji desteya siyasî û desteya giştî ya Hevbendiyê pêk dihat.
Û di civînê de Sêf tekez kir ku, ji Oropa tê xwestin ku bi roleke mezintir di Sûriyê û Rojhilata Navîn de rabe, û bal kişand ser ku ”em pir xemgîn dibin dema ku em daxuyaniyên ku Rêjîmê bi tawankariyên cengê û yên li dijî mirovahiyê şermezar dikin dibînin, û em li ser erdê ti karê ku li dijî Rêjîmê bibe nabînin”.
Û Sêf tekez kir ku Îran Sûriyê dagîr dike, di dema ku Rûsiya tişta ku dixwaze dike, û destnîşan kir ku li aliyê din “ heval û dostên me ti tişt ji bo rawestandina dijminkariyê ji me re nekirine, û tu giringî nedane vê mijarê”.
Û serokê Hevbendiyê destnîşan kir ku, pilana serokatiyê ya nû tekeziyê li ser bihêzkirina nûnertiya jinê di hundirê saziyên Sûrî û karê siyasî de dike, û daxwaz ji Yekîtiya Oropî kir ku bi alîkariya Netewên Yekbûyî çareseriyekê ji 10 milyon kesên Sûrî re bibînin, yên ku tu belgeyên çûn û hatina di navbera welatan de bi wan re tunene bi sedema rêşûnên Rêjîmê yên ewlehî.
Û Mogrînî dît ku “ev serdana han pir giring e ji min û tîma min re” û weha jî got: “ ji aliyê me ve em piştgiriyeke tekûz didin Rikberiyê û karê we yê Jinêv yê di operasyona siyasî de”, û tekez kir ku wê piştgiriyeke tekûz ji hikûmeta demkî re jî ji bo karê li ser erdê hebe.
Û Moxrînî got ku “me dest bi piştgiriya pirojeyên ku piştgiriya xweragiriyê dikin kir, û em li hin riyan digerin ku kar li ser asta darayî pêşve bibin, ji bo birêvebirina qûnaxa piştî bidawîbûna şer û pevçûnan, û em we dibînin ortaxên xwe yên sereke di wan mijaran de”.
Û Moxrînî tekez kir ku piroseya siyasî ya li Jinêvê “ bingeh” e, û bal kişand ser ku “ dibe ku ew ne bi tena xwe be ji bo gihîştina çareseriya siyasî”, û berdewam kir û got: “ji aliyê me ve dibe ku Asîtana bi sûde be, ji ber ku dibe ew alîkar be ji bo bidawîkirina tundûtûjiyê li ser erdê”.
Û metirsiya xwe ji parçebûna Sûriyê anî ziman, û got “ baweriya me wek a we bi wê yekê tê, ku divê Sûriya yekgirtî bimîne, û ji me teva tê xwestin ku em kar bikin ji bo vegera Sûriya ya yekgirtî, tevî ku em dizanin ev karek ne hêsan e”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî