Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Selwa Eksiwî, daxwaza fişaran li ser rijêma Esed kir, ji bo serbestberdana girtiyan bi awayekî bilez, nemaze jinên girtî yên di tariyê de rastî eşkencê û ta bi mirinê jî dibin.
Ev axaftinên cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî îro roja înê hatin, di miyanê çavketinekê de li baregeha Hevbendiyê li bajarê Stembolê ligel nûnera siyasî ya Amerîka Cîl Hotşîniz û nûnera keneda Robin Witlofer.
Eksiwî daxwaza astekê bilindtir ji bo kirêtkirina Rijêmê û xuyakirina tawan û binpêkirinên wê yên di derheq jinê de ji hikûmetên herdu welatan kir, her weha daxwaza piştgiriya rêxistinên guhdanê bi karubarê jinên di girtîgehan de dikin kir.
Di heman çavpêketinê de mijara nûnertiya siyasî ya jinê di Hevbendiya Niştimanî û saziyên Opozisyona Sûriyê de û tevî perwerdekirina wê ji aliyê siyasî û gihandina dengê wê li cîhanê hat gengeşekirin.
Eksoy herdu dewletên dost han dan li ser piştgiriya piroseya veguhestina siyasî li Sûriyê û hevdem tekez kir ku veguhestina siyasî kurtirîn rê ye ji bo peydakirina seqayekê aram bo aktîvkirina rola jinê di karê siyasî de, û got ku mana Rijêma niha dibe astengiyek mezin li pêşiya her pirosêsekê ji bo aktîvkirina rola jinê di civakê de .
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî