Amerîka dubare êrîşeke esmanî li ser karwanekî din yê hêzên Esed û milîsên Îranê pêk anî, dema ber bi navçeyên artêşa azad de li biyabana Sûriyê diçûn.
Hevpeymaniya navdewletî ya bi serpereştiya Amerîka duhî di daxuyaniyekê de dît ku ev karwan metrsiyek mezin e li ser hêzên palpiştên wan, herwiha got ku artêşa Amerîka gelek caran hişyarî dabû hêzên Esed yên nêzîk kelha Eltenef li başûrê Sûriyê da xwe ji navçeyê dûr bikin.
Daxuyaniyê gotibû ku Amerîka çend caran hişyarî dabû, ji berî ku 2 topxaneyan û çekek dijî firokan û tangekê biroxîne. Û berpirsekî Amerîka ji Royterzê re pêkanîna êrîşa esmanî tekez kiribû, û gotibû “bi firokên Amerîka hatiye pêkanîn“.
Hêjayê gotinê ye ku artêşa azad duhî firokeke Rijêmê aniye xwar, li navçeya Til Dikiwê ya 50 k.m an dûrî Şamê ye ji aliyê rojhilat ve.
Se’id Elhac berdevkê artêşa “Isûd Alşerqiyê”, ya ser bi artêşa azad ve, gotibû ku wan firokek aniye xwar dema bersiva pêşdeçûna hêzên Rijêmê û milîsên Îranê didan.
Jêder: ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat