Komîta peywendiyên derve ya Encûmena Senatorên Emerîkî pirojeyê yasayekê pêşkêş kiriye ji bo misogerkirina dadmendiyê li Sûriyê û bidawîanîna tundûtûjiya rêjîma Esed û milîtanên wê yên mezhebperest, ya ji şeş salan ve berdewam e.
Sînatorê dîmuqratî Bên Kardîn yê digel sînatorê komarî Marko Robiyo beşdarî di pêşkêşkirina pirojeyê yasayê de kiriye, got ku armanc ji wê pêşinyarê ew e:“ Ew kesên di kirdeyên hovane de yên li Sûriyê pêktên beşdar bûne zanibin ko ewê ji ber van kiryaran siza bibin .”
Sînator Marko Robiyo fişar da ser wezîrê derve yê Emerîkî gava pirsên li ser tawankariyên cengê yên Rûsî li Helebê jê kirin, di civîna tekezkirina danîna wî de, û got ku biryardana komîtê ji pirojeyê yasayê re, hefteya borî, “Pêngavek bû ber bi dadpirsîna li ser tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovantiyê yên ko li dijî sivîlên bêguneh pêkhatine.”
Emerîka piştgiriya çend destpêşxeriyên derbarê dadiyê li Sûriyê kir, ji wan jî awayekî bo vekolînê û komkirina nîşanên binpêkirinan di rêya komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî re, her weha çend biryarên ko balê dikêşînin ser bobelata mirovî li Sûriyê ji kongirês derketin.
Komîtê hin guherîn di pirojeyê yasayê de pêk anîn, tako dabîn bike ku piştgiriya Emerîkî ji dadiyê re tekûz û terazûkirî ye, û ji berê çêtir e. Pirojeyê yasayê yê nû ji wezareta derve ya Emerîkî daxwaz dike, ji bo raportekê li ser çawaniya xurtkirina dadpirsînê li Sûriyê pêşkêş bike.
Û yasaya sizakirina tawankariyên cengê ya ko 2017ê hate pêşkêşkirin, bi sedema tawankariyên rêjîmê yên derheqê miletê Sûrî dike, ew pirojeyê yasayekê ko herdu partiyan: ya komarî û ya dîmuqratî di nîsanê de pesend kirine, dê piştgiriya Emerîkî çalaktir bike ji bo pêkanîna dadiyê li Sûriyê, piştî ko sosret ji çand salan ve dibin bê ko rê li ber wan bên girtin.
Human Rights Wotch, binpêkirinên zêde ji yasayên cengê re, ji nav wan jî bikaranîna çekên kîmawî û amanckirina sivîlan bi bombebarana asmanî û dorpêça li ser sivîlan û turumbêlên teqîner û guleyên hawinan û êrîşên mûşekan li ser herêmên niştecihan û rizgarbûna ji sizayan li Sûriyê belge dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans