Endirê Stanîsko serkonsilosê giştî yê Romaniya li Hewlêrê paytexta herêma kurdistanê bi tevlîbûna Sîlviyo Gramatîkiyo konsilosê abûrî li konsilxaneyê, pêşwaziya şanda nûnertiya ENKSê ya li herêmê kir, ya ji berêzan Xalid Elî serokê nûnertiya encûmenê û (Newaf Reşîd û Behcet Beşîr û Îmad Birho) endamên komîta pêwendiyên encûmenê pêk dihat.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û mirovî li Sûriyê û bi taybetî li navçeyên Kurdî hatin gengeşekirin.
Di hevdîtinê de şanda ENKSê behsa dîroka tevgera siyasî ya kurdî û qonaxên tê re derbas bûye û zordarî û tepeseriya Rijêma Sûrî dijî gelê Kurd bi dirêjehiya salan kir, her weha behsa şoreşa Sûriyê hat kirin û çawa gelê kurd beşek serekî jê bû, û ji destpêkê de pabend bû bi çareseriya aştiyane ji bo guhertina Rijêmê û sîstema welat ber bi dewletek demokrat û fire-alî û federal, ku mafên sercem pêkhateyên gelê Sûriyê yên destûrî ligor belegenameyên navdewletî têde bên parastin.
Û şanda nûnertiya encûmenê hat li ser şirovekirina rewşa siyasî û meydanî ya zehmet li navçeyên Kurd û bi taybetî ji ber kar û kiryarên PYDê baskê Sûrî yê PKKê, û guvaş û fişarên wê dijî gelê kurd bi armanca koçberkirina wî û valekirina navçeyên kurdî û pêkanîna guhertina demografîk.
Ji aliyê xwe ve, serkonsilosê giştî û yê abûrî li konsilxaneya Romaniya kêyfxweşiya xwe nîşan da bi vê hevdîtinê û daxwaza berdewamiya têkiliyan kir, û herwiha amadehiya welatê xwe nîşan dan li ser hevkarî û alîkariyê di demên bên de.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê