Tîma “Hevrêzkarên Bersivdanê” li Sûriyê, daxwaz ji sazî û desteyên mirovahî kir ku berpisyariya xwe hilgirin û pêdviyên derbiderên li kampên bakurê rojavayê Sûriyê dabîn bikin, piştî bahoza baranê yaku roja duşemê li deverê xistiye, û bûye sedema ziyanê bo zêdetir ji 23 kampên ku bêhtir ji 3609 malbatî tê de dijîn.
Û tîmê di daxwiyaniyeke xwe ya ku duh sêşemê derxistiye de anî ziman, ku pêlên baranê yên vê dawiyê ziyanin mezin gihandine kampên li bakurê Sûriyê.
Û bal kişan ser ku pêlên baranê hîn ta niha bi awayekî cidî dest pê nekirine, lê tevî wê jî baranên vê dawiyê ziyan bi 23 kampên ku zêdetir ji 3609 kesî tê de dijîn kir, li deverên gundewarê Idlib û Helebê.
Û tîmê ji tevaya sazî û desteyên mirovahî xwest ku pêdviyên lezgîn bo derbider û koçberên di kampan de dabîn bikin, û ji saziyên mirovahî yên li deverê dixebitin xwest ku berpisyariyê derbarê derbiderên li kampan dijîn hilgirin.
Û tîmê ji tevaya pisporên di sazî û desteyên mirovahî de daxwaza kar li ser pêkanîna seqamgiriya herî pêwîst bo derbider û koçberan di riya xebatên bi rengekî mezin bo rûbirûbûna ziyanên ku belkî bighînin asteke bobelatî kir, û cextî li ser giringiya pêşkêşkirina piştgiriya girêdayî rûbirûbûna COVID-19 kir, nemaze piştî ku hejmara nexweşên pê di kampan de 1960 derbas kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî