Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dijminkarî û karên wêrankirinê dijî Ofîsên Encumena Niştimanî ya Kurd û partiyên di nav de li Dirbasiyê û Amûdê û Hesekê û Qamşlo ji aliyê andamin ji Milîsên YPG yên terrorîst şermezar dike.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de hişyarî ji metirsiya van karên terroristî û dijminkariyên şermezarkirî yên ku ev çetên girêdayî Milîsên YPG yên terrorîst da, her weha ji tiştên ku li deverên sînorî li gel Herêma Kurdisatnê çi di riya hewildanên derbasbûna ne rewa de an di riya bombebarankirina cîgehên pêşmergeyan di riya sînor re, bi armanca xirabkirina rewşê û belavkirina bêserûberiyê û gefa dijî ewlehiya dewletên cîran.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyê de cextî li ser pêwîstiya lêpirsîna derbarê van tewanan û sizakirina yên di ber de berpisyar in kir, û ji tevaya aliyên navdewletî yên piştgiriya van milîsan dikin xwest ku berpisyariya xwe derbarê van kiryar û tewanan hilgirin.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku tê xwestin ku sînorek ji vê girêdana di navbera milîsên PYD û rêxistina PKK ya terrorîst de re li rojhilatê ferat were danîn, û kar ji bo rawestandina binpêkirinên wan dermafê sivîlan li wê derê bibe, her weha siyaseta wan ya girdayî hêzên rijêma kujer bi dawî bibe.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku kiryarên van milîsên terrorîst bi temamî dijberên şoreşa gelê sûrî ne, û dijî doz û hêvî û vîna Kurdên Sûrî ne, ji ber ku gelê kurd perçeyek ji vê şoreşê ye.
Tê zanîn ku Ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurd û yên partiyê di nav Encûmen de di rojên bûrî de tûşî zincîrek ji opirasyonên gulebaranê û êrîşên bi molotov û tarûmarkirina tiştên têde bibû, û tiliyên tuhmetbariyê berve endamên girêdayî rêxistina PKK ya terroîst dirêj dibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî