Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek pîrozbahiyê arasteyî Mîrê Dewleta Qeterê Elşêx Bin Temîm Al Sanî bi boneya cejna niştimanî ya dewleta Qeter kir.
Û Elherîrî nameyên pîrozbahiyê ji Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Dewleta Qeter, Elşêx Xalid Bin Xelîfê Bin Ebdilezîz Al Sanî û Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran û Wezîrê Derve yê Dewleta Qeterê Elşêx Mihemed Bin Ebdilrihman Bin Casim Al Sanî û Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran û Wezîrê Dewletê yê Karûbarê Bergiriyê li Dewleta Qeterê D. Xalid Bin Mihemed Eletiyê re birê kirin.
Û Elherîrî rêz û sipasiyên xwe bo dewleta Qeter bi gel û serokatîya wê ve re anî ziman, li ser helwestên wan ên rûmetdar û piştgiriya wan bo şoreşa Sûriyê û gelê Sûrî.
Û Elherîrî hêvî kir ku ev bone bi xêr û bêr û bereket li dewleta Qeterê her weha li gelê wê bi geşepêdan û aramî vegere.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî