Artêşa azad îro roja çarşembê ji hundirê odeya operasyonên ”yek rêz” li başûrê Sûrî dest bi şerekî nû kir li dijî artêşa bi navê Xalid ya girêdayî rêxistina DAIŞê ye li navçeyên Der’a û gundewarên wê û gundewarê Qunêtra.
Hin çalakvanên ku li deverê ne gotin ku armanca yekîneyên şoreşgeran ji vî şerê ku navê “fetih elfitûh” lê kirine, ji bo dest deynin ser bajarokê ‘Edwan, yê ku dikeve bakurê bajarê Der’a bi dûrahiya 24 kîlo metran, û her weha ji bo dest deynin ser girê ‘Eştera û yekîney “m.d”, û çend navçeyên ku di bin destê Rêxistinê de ne ji bin destê wê derxînin.
Û yekîneyên artêşa azad yên ku başdar in di vî şerî de ji sibehê de deverên Rêxistinê û cihên ku ew diparastin armanc kirin, û di encamê de bi dehan ji endamêm Rêxistinê hatin kuştin û birîndarkirin, her weha hejmarek ji tirimbêl û sitarên ku xwe di pişt wan de vedişartin hatin wêrankirin.
Û hejmarek ji endamên Rêxistina tundrew hatin kuştin ji encama teqîna tirimbêlek mayinkirî ku wan ew nêzîkî yek ji deverên leşkerî diajot, û ber bi navçeyên ku di bin destê Artêşa Azad de ne diçûn.
Û odeya operasyonên “yek rêz” berî du rojan ji “ artêşa şoreşê” ya ku hejmara endamên wê ya herî mezin e di artêşa Sûrî ya azad de li başûrê Sûrî, û ji “ artêşa hevpeymana başûr” ya ku “ komên lîwayên El’umerî” û hemû fesîleyên encûmena leşkerî li Newa di hundurê wê de ne hat çêkirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî