Çalakvanan duh roja yekşembê du meşên bêdeng li Xûta rojhilat li gundewarê Şamê pêkanîn, ji bo girtiyên di zindanên Esed de bînin bîra raya giştî, ew girtiyên ko rêkxistinên mafnasiyê destnîşan dikin ko hejmara wan bêtir ji 250 hezarî ye.
Çalakvanan gotin ko meşa yekem li kolanên bajarê Erbîn ê rojhilatî Şamê bû, û ya duyem li kolanên bajar û bajarokê Kefer Betna û Hemûriyê û Seqba hat pêkanîn.
Û destnîşan kirin ko amanca herdu meşan, ji bo girtiyên zindanên hêzên Esed di bîra xelkê û dezgehên ragihandinê û civaka navdewletî bînin, û daxwaza berdana wan kirin, da tekez bikin ko kêşeya girtiyan divê ji pêşindeyên wan bin.
Şanda desteya bala ya danûstandinan dîsa di gera Cinêvê ya heftem de ya ko roja îna borî karê xwe bidawî kir, kêşeya girtiyan danî ser masê. Serokê şandeyê di kongirê rojnamevanî yê dumahî de got ku kêşeya girtiyan mafê xwe ji gengeşeyê li civînên Astane nestand û tu çare jê re nehat dîtin, û bêtir got ko dîsa li Cinêvê ligel babeta rawestandina bombebaranê û parastina sivîlan hate gengeşekirin.
Rêkxistina lêborîna navdewletî “Eminîstî” kampanyak bi navnîşana “sînorekî ji tirsa di zindanên Sûriyê de re deynin”, têde daxwaz ji civaka navdewletî û rêkxistinên mafnasiyê kir ko fişarê bidin ser rêjîma Esed tako bihêle çavdêrên serbixwe derbasî zindanên ko salixa wan bi “hovane” da bibin, û rê bidin wan da vekolîneke serbixwe bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ji civaka navdewletî û rêkxistinên mafnasiyê di heftê vê mehê de daxwaz kir ko fişarê bidin ser rêjîma Esed tako bihêle lêgerên navdewletî derbasî zindanên wî bibin û tawankariyên eşkenceyê û yên darvekirinê aşkere bikin.
Her weha endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Uqab Yihya, tekez kir ko guhdana navdewletî ya tekûz bi kêşeya girtiyan nîn e, û vê yekê hişt ko rêjîma Esed biryarên navdewletî yên derbarê dosya girtiyan piştguh bike, û got ku divê çarenivîsa girtiyên zindanên rêjîmê aşkere bibe û girtî bêne berdan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart