Thursday, June 19, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî

“Human Rights Watch” Zanyariyên Nû derbarê Kuştina Penaberên Sûrî li Libnanê Eşkere Dike

July 22, 2017
in Nûçeyên Siyasî
Reading Time: 4 mins read
A A
“Human Rights Watch” Zanyariyên Nû derbarê Kuştina Penaberên Sûrî li Libnanê Eşkere Dike

Dubare rêxistina “Human Rights Watch” daxwaza encamdana lêkolînek giştgîr û serbixwe li ser kuştina penaberên Sûrî di girtîgehên artêşa Libnanê de ji encama eşkence û lêdanê û serederiya xirab ji hikûmeta Libnanê kir.

Wek tê zanîn milîsên Hizibulah û aliyin yekîneyên artêşa Libnanê hilmeteke serdegirtin û girtinê li dijî kampên penaberên Sûrî li bajarokê E’rsal pêkanîbûn, û têde 19 kes bi eşkencê hatibûn kuştin, û ligor hin nûçeyan 10 kesên din şehîd ketin, û zêdetir ji 350 penaberan hatine girtin.

“Human Rights Watch” di raportekê de li roja pêncşemê 20’ê tîrmehê tekez kiriye ku rê bo wê nehat dan ji aliyê artêşa Libnanê ve bo pêkanîna lêpirsîn û lêkolînan  ligel hin penaberên Sûrî yên girtî di girtîgehên Libnanê de, û herwiha nehiştin  ew ligel birîndaran û kesukarên qurbaniyan hevdîtinê bike, tevî ku wan daxwaznameyek bo vê yekê her ji 10’ê tîrmehê de dabû artêşa Libnanê.

Rêxistinê diyar kir ku heta niha hêç bersivek nehatiye dan li ser daxwaznameya wê ya ji bo serdana bajarokê E’rsal ji bo dîtina şahidhalan, û di raporta xwe de bal kişandiye ku efserekî artêşê ji rêxistinê re got: ku “artêş drstûrê nade rêxistinên ragihandinê bo serdana E’rsalê bikin “.

Raportê amaje kiriye ku sizanekirina gunehkarên tundûtûjî kirine, li Libnanê bûye arîşeyek berdewam, û dema dadpirsîn li gel berpirsên mirina bi sedema eşkencê û riftarên xirab dest pê dike, encamên wan dadpirsînan têne veşartin, û lêpirsînên wan bi dawî tên bê belavkirina encaman, tevî ku yasa navdewletî Libnanê neçar dike ku encamên lêkolînên derbarê mirina girtiyan di girtîgehan de eşkere bike û berpirsên wan siza bike.

Rêxistina navdewletî li ser zarê pizîşkekî pispor di biwarê dîkomîntkirina eşkencedanê de gotiye ku ji aliyê wî sê wêne pişkinîn bûne ku ji aliyê parêzerên malbatên qurbaniyan hatibûn pêşkêşkirin, ku di wêneyan de şûna lêdanê û birînan li ser leşê qurbaniyan diyar dibin, û heman pizîşkî got: ku ” birîn nîşanên eşkencedana laş in”, û got ku ” her raporteke bêje ku mirina wan kesan sirûştî ye, ligel wan wêneyan nagunce “.

Herwiha di raportê de li ser devê pênc girtiyên berê hatiye tekezkirin ku ew ji aliyê serbazan hatine eşkencedan û lêdan û riftarên xirab ligel girtiyên din hatine pêkanîn“.

Rêxistinê li ser zarê şahidhalekî ji bajarê E’rsal gotiye ku wî “34 girtiyên berê dîtine ku li ser ling û dest û pişta wan û di serê girtiyekî de şûna lêdanê xuya dibe“.

Ligor şahidhalan û raportên rêxistina “Human Rights Watch”, gelek riftar û şêweyên lêdanê li dijî girtiyan tên bikaranîn, ji bêbehirkirina ji av û xwarinê û noqkirina seriyan û rûniştina libin tava rojê û lêdan û pêlêkirina serî û lêdana bi qontaxên tiving û qamçiyan û lêdana rû bi “şîşên tewandî” heta ku dêm bi xwîn bibin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

ShareTweetSend

Related Posts

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike
Nûçeyên Siyasî

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike

November 7, 2023
Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin
Nûçeyên Siyasî

Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin

June 25, 2022
Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e
Nûçeyên Siyasî

Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e

April 2, 2022
Next Post
Polîsên Azad Ragihand ko wan li Bajarê Cerablisê Kadirên Jin Tevli Rêzên Xwe Kirine

Polîsên Azad Ragihand ko wan li Bajarê Cerablisê Kadirên Jin Tevli Rêzên Xwe Kirine

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.